Malbatên 3 siyasetmedarên Kurd ên li Silopiyayê hatin qetilkirin dan xuyakirin, ku heta cenazeyên 2 ciwanên ev 3 roj in li Şirnexê li erdê ne neyê rakirin, ew ê cenazeyên xwe wernegirin. Gel ji ber nexweşxaneyê ber bi navenda bajêr ve dimeşe.
Cenazeyên endma Desteya Rêveber a KJA'yê û Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û endama KJA'yê Fatma Ûyar ên berî 2 rojan li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ne. Malbatên her sê siyasetmedarên Kurd, KJA'yî û bi hezaran welatî li ber nexweşxaneyê li hev civiyan. Malbatan, ji ku ber cenazeyên 2 ciwanên berî 3 rojan li taxa Dîcle hatin qetilkirin û destûr nayê dayîn ku ji erdê bên rakirin, red kirin ku cenazeyên xwe werbigirin. Malbatan gotin, "Heta ku ew cenaze neyên wergirtin, em ê cenazeyên xwe veneşêrin."
Girseya gel ji ber nexweşxaneyê ber bi navenda bajêr ve dimeşe.