Polîsan li Cizîrê kesekî astengdar birîndar kirin

Polîsên tevgera taybet ên li Cizîrê êrîşên xwe didomînin, Osman Tekîn ê astengdar birîndar kirin.

Polîsên tevgera taybet ên li Cizîrê êrîşên xwe didomînin, Osman Tekîn ê astengdar birîndar kirin.

Berxwedana Cizîra Botan a li dijî terora dewletê, di roja 25. de ye. Hêzên dewleta Tirk ên nikarin berxwedanê bişikînin, êrîşên xwe zêde dikink. Welatiyê bi navê Osman Tekîn ê astengdar, li ber mala xwe ya li kolana Yokûşlû ya taxa Cûdî, bi guleya polîsan birîndar bû. Tekîn, ji ber êrîşên çekdarên dewletê, hînê ji cihê lê birîndar bûye, nehatiye rakirin.