Yuksek: Nikarin înfazê înkar bikin, qeyda axaftinên bi telefonê heye

Yuksek diyar kir ku endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Nayir û Aktîvîsta KJA Ûyar hatine înfazkirin û got, "Me mijar di heman saetê de ji Wezareta Karên Hundir re ragihand, lê tiştek nekirin."

Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek da xuyakirin ku endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û Aktîvîsta KJA Fatma Ûyar hatine înfazkirin û got, "Me mijar di heman saetê de ji Wezareta Karên Hundir re ragihand, lê tiştek nekirin."

Yuksek destnîşan kir, ku 3 siyasetmedarên Kurd ên jin hatine înfazkirin û got, "Di encama anonsa polîsan de, dema ji taxekê derbasî taxa din dibin, danê êvarê gule li wan tê reşandin. Dema birîndar bûn, hevalekî di nava komê de li hevseroka me ya bajêr digere û dibêje ku ew birîndar bûne. Cihê ku lê ne dibêje û dixwaze bi lezgînî ambûlans bê şandin. Piştî ku ev agahî ji me re hat, bi rêya Cîgirê Serokê Koma HDP'ê me rewş ji Wezareta Karên Hundir û musteşariya cemaweriyê re ragihand. Me xwestin ku bihêlin ambûlansek biçe cihê bûyerê. Tevî ku bi saetan em pê re mijûl bûn, tiştek nehat irin û saet di 01:00 de cenazeyên wan ji cihê bûyerê hatin rakirin. Bi awayekî gelekî zelal, qeyda axaftinên bi telefonê heye. Di heman saetê de me mijar ji Wezareta Karên Hundir re ragihand. Tiştek nehat kirin. Îşkence li cenazeyan hatiye kirin. Ev yek jî nîşan dide ku hatine înfazkirin." Yuksek da xuyakirin, ku li ser daxwaza malbatê wê cenazeyê Demîr li Amedê were veşartin.

Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek da xuyakirin ku li hemberî qada siyasî ya Kurdan şerekî topyekûn hatiye îlankirin û anî ziman ku Hevşaredarên wan ji wezîfeyê hatine dûrxistin û hatine girtin, bi rakirina mafê destlênedanê yê parlamenteran re dixwazin wan bigirin.

Yuksek da zanîn ku qada siyasetê bi tehlûke û gefa dewletê re rû bi rû ye û got, "Di şexsê wan de ji tevgera siyasî demokratîk a Kurd re xwestin vê mesajê bidin: eger hûn di vê astê de têbikoşin, em ê we înfaz bikin. Mesaja 'kuştinê' xwestin bidin me."

Yuksek her wiha ji raya giştî jî xwest, ku bi derewên hikûmetê nexape û got, "Rewş zelal e û li pêş çavan e. Eger di van gotinên me de şaşîtiyeke biçûk hebe, bila Wezîrê Karên Hundir, musteşarê cemaweriyê derkevin û bêjin, 'Na ti agahiyeke bi vî rengî ji me re nehat, li derveyî agahiya me bûyer qewimî'. Bi mehan e bi derewan, komkujiyên dikin, ji raya giştî vedişêrin. Dibe ku li vê derê dadgerî di destê wan de be, dibe ku bêjin 'ji xwe nikarin me mehkeme bikin'. Lê divê zanibin ku di wijdanê gelê me û raya giştî de tên darizandin."