Li Hesekê komîngeha 'Şehîd Ayten' vebû

Li taxa Mesakên a Hesekê, komîgeha bi navê Şehîd Ayten a ji 11 komunan pêk tê, vebû.

Bi dehan şêniyên taxa Mesakin a bajarê Hesekê ku ji 11 komên pêkhateyên kurd, ereb û suryan pêk tên, bi amadebûma hevserokên Meclîsa bajarê Hesekê Yusra Ilyas û Elî Ferman bi merasîmekê komîngeha xwe ya bi navê Şehîd Aytan vekirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê jî Serokê Meclîsa Taxa Mesakin Cûma Yasîn û Serokê Meclîsa taxa El-Eskerî Esewd Yûnis axivîn û gotin ku  gel dikare pirsgirêkên xwe li komînan çareser bike  û pêdiviyên xwe peyda bike.

Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin  ku divê her kes xwedî li komînan derkevin û cihê xwe di nav de bigirin.

Her wiha xwişka Şehîd Ayten Mizgîn Ehmed Çaçan jî di merasîmê de axivî û vekirina komîngehê li welatiyên taxê pîroz kir û hêviya serketinê ji bo wan xwest.

Piştî ku axaftin bi  dawî bûn, deriyê komîngehê ji aliyê xwişka têkoşer Ayten Mizgîn Çaçan ve di nava tilîliyên dayikan de hate vekirin.

Di dawiyê de jî şêranî hate belavkirin.