KCD-E banga tevlîbûna çalakiya li Parîsê kir
KCD-E ji bo protestokirina qetlîama 9’ê Çile, banga tevlîbûna meşa sibehê ya li paytexta Fransa Parîsê kir.
KCD-E ji bo protestokirina qetlîama 9’ê Çile, banga tevlîbûna meşa sibehê ya li paytexta Fransa Parîsê kir.
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, wê sibehê meşek girseyî bê lidarxistin. KCD-E bi daxuyaniyekê ve banga tevlîbûnê li Kurdistaniyên li Ewropa û dostên wan kir.
Di 3’yemîn salvegera qetilkirina ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez de aktîvîteyên bîranînê tên lidarxistin. Aktîvîteya bîranînê ya ev hefteyek e li Parîsê didome sibehê bi meşeke girseyî ve wê bi dawî dibe. Kurd sibehê saet 10.00’an li Gare du Nord wê kom bibin, ji vir heta Qada Bastîlle wê bimeşin.
KCD-E ku rêxistina ban a sazî û rêxistinên Kurd ên Ewropa ye, bi daxuyaniyekê ve banga tevlîbûna meşa li Parîsê li Kurdistaniyên li Ewropa û dostên wan kir.
KCD-E di daxuyaniyê de wiha got: “Ji bo xwedîderketina berxwedana jinên Kurd û ciwanên Kurd ên li hember faşîzma AKP’ê serî natewînin, ji bo xwîna jinên Kurd ên hatine qetilkirin lê erdê nehêlin, ji bo ji qatilên hevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî yên li Parîsê bi hovîtî hatin qetilkirin hesab bipirsin, em bang li gelê Kurdistanê yên li Ewropa û dostên wan dikin ku azadiya Rêber Apo bi awayeke xurt qîr bikin, bi tevlîbûna meş û mîtînga mezin a 9’ê Çileyê (sibehê) li Parîsê ve hesabê hevalên me Sara, Rojbîn, Ronahî, Sêvê, Pakîze û Fatma bipirsin.”