Cenazeyên her du birayên li Cizîrê hatin qetilkirin anîn Şirnexê

Cenazeyên her du birayên li Cizîrê hatin qetilkirin, piştî otopsiyê rakirin depoya sar a xwaringeha nexweşxaneyê.

Cenazeyên 2 ciwanên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, anîn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Êrîşên dewletê yên komkujiyê li navçeya Şirnex Cizîrê di roja 26'an de jî dewam dikin. Duh 2 birayên bi navê Nîdar Somer û Halîs Somer dema ji bo av hildanê diçûn mala cîranên xwe hatibûn qetilkirin. 

Cenazeyên her du ciwanan îro ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî otopsiyê bi dawî bûn, cenaze girtin depoya hewayê sar a xwaringeha nexweşxaneyê. 

Bi van 2 cenazeyan re hejmara cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ne, gihîşt 16'an.