Li ser malbata her du birayên hatin qetilkirin zexta ‘cenazeyan defin bikin’

Birayê Nîdar Sumer (17) û Halîs Sumer (45) ên ku li Cizîrê hatin qetilkirin, Îlham Sumer da zanîn ku dewlet ji bo cenazeyan defin bikin zextê li wan dike û vê pirsê kir: "Li Cizîrê qedexe heye. Em çawa cenazên xwe defin bikin?"

Birayê Nîdar Sumer (17) û Halîs Sumer (45) ên ku li Cizîrê hatin qetilkirin, Îlham Sumer da zanîn ku dewlet ji bo cenazeyan defin bikin zextê li wan dike û vê pirsê kir: "Li Cizîrê qedexe heye. Em çawa cenazên xwe defin bikin?"

Cenazeyên Nîdar Sumer (17) û kekê wî Halîs Sumer (45) ên ku duh li Cizîrê dema diçûn ji mala cîranan avê bînin hatin qetilkirin, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Di vê navberê de, piştî guherandina rêziknameya Saziya Tip a Edlî (ATK) ku rê li ber revandina cenazeyan vedike, dewlet jî zorê dide şaredarî û malbatan ku cenazeyan defin bikin. 

Birayê Nîdar Sumer û Halîs Sumer, Îlhan Sumer da zanîn ku hêzên dewletê zextê li wan dike ku cenazeyan yekser bibin û defin bikin û wiha axivî: "Li Cizîrê qedexe heye. Niha em ê çawa cenazeyan bigirin? Li Cizîrê ewlehiya canên ti kesî tune ye. Dewletê Cizîrê talan kiriye." Sumer diyar kir ku, cenazeyên birayên xwe jî di bin şert û mercên pir giran de bêyî ewlehiya wan a can hebe rakirine û gîhandine nexweşxanê.

'EZ Ê ÇAWA JI DIYA XWE RE BÊJIM?'

Sumer da zanîn ku tenê destûr ji wî re hatiye dayîn ku tevî cenazeyan were û got dayika wî jî nexweşê dil e, lê ji ber qedexe û êrîşan nikarin wê tedawî bikin. Sumer anî ziman ku ew nikare ji dayika xwe re bêje ku dewlet ji bo defnkirina cenazeyan zextê li wan dike û di nav rondikan de wiha got: "Ez ê çawa ji dayika xwe re bêjim? Ez ê cenazeyên wan bibim ku derê? Eger dayika min bibihîse ku dixwazin cenazeyan bi zorê bidin defnkirin, nikare vê ragire."