Kurd û Elmanan AKP protesto kirin, bang li Ewropayê kirin

Li bajarê Elmanya Osnabruckê, li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk çalakî hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Osnabruckê, li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de destek ji berxwedana xwerêveberiyê re hat dayîn û bang li dewletên Ewropayê hat kirin ku li bêdengiya xwe bînin.

Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, tevî Kurdistanî û dostên wan ên Elman, duh saet di 17:00 de li yek ji kolanên herî qelebalix ên bajêr, li hev civiyan.

Di çalakiya ku belavok hatin belavkirin de li ser navê Civaka Azad Tahir Koçer peyivî. Koçer got, "Em bang li dewleta Tirk dikin ku bi lezgînî ji vê rêya şaş, ji polîtîkayên xetere, ji zilma li Kurdistanê û ji meşandina tecrîda li ser Rêber Ocalan vegere."

Di çalakiyê de, bêdengiya çapemeniya Ewropayê ya li pêşberî qewimînên li Kurdistanê, hat şermezarkirin.

PARTIYÊN ELMAN JÎ TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛN

Nûnerên partiyên Elman SPD, Partiya Keskan, Partiya Çep (Dîe Lînke), Partiya Pîraeten, Partiya Azadî û Demokrasiyê ku heyetên Kurdistaniyan pêr ew ziyaret kiribûn, tevlî çalakiyê bûn.