Li Sûrê herî kêm endamekî tîmên taybet hat kuştin

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, danê vê sibehê endamekî tîmên taybet hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Li navçeya Amed Sûrê ku ev 38 roj in, êrîşên dewleta Tirk bê navber dewam dikin, hêzên YPS'ê jî bersivê didin êrîşan.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, danê vê sibehê endamekî tîmên taybet hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Li aliyê din, delweta Tirk bi kepçeyên leşkerî malan xera dike.

Êrîşên dewleta Tirk li taxên Hasirli, Fatîhpaşa, Dabanoglû û herêma Deriyê Mêrdînê zêde bûn. Li herêma Deriyê Mêrdînê top li taxan tên barandin. Hat ragihandin, ku kepşeyên leşkerî yên bi palet jî, malan hildiweşînin.

Li ser bersiva Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) li herêmê şer derket. Hat ragihandin ku di vî şerî de 1 endamê tîmên taybet hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne.