Ji bo şervanê YPG’ê Şervan Varto li Mûşê mewlûd hat dayîn

Ji bo şevanê YPG’ê Şervan Varto (Mazlûm Çelîk) û 17 hevalên wî yên 29-30’ê Kanûna 2015’an di pevçûnek li gundên Eyn Îsa û Şergîat ên Rojava jiyana xwe ji dest dan, li gundê Alîgedîk mewlûdek hat dayîn.

Ji bo şevanê YPG’ê Şervan Varto (Mazlûm Çelîk) û 17 hevalên wî yên 29-30’ê Kanûna 2015’an di pevçûnek li gundên Eyn Îsa û Şergîat ên Rojava jiyana xwe ji dest dan, li gundê Alîgedîk ê girêdayî navenda bajarê Mûşê mewlûdek hat dayîn.

Şervanê YPG’ê Mazlûm Çelîk (Şervan Varto) xalê endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Şervan Varto (Onder Aslan) ê di êrîşên balafirên şer ên Tirk ên 24’ê Tirmeha 2015’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 29-30’ê Kanûna 2015’an li dijî gundên Eyn Îsa û Şergiratê vala derxist, bi 17 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo Mazlûm Çelîk li gundê Alîgedîk ê navenda Mûşê bîranîn û mewlûd hat dayîn. Çelîk piştî Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Onder Aslan ê di êrîşên zêde yên artêşa Tirk ên li hember Herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest da û teşhîrkirina bedena gerîlaya HPG’ê Ekîn Wan li nava kolanan, tevlî nava refên YPG’ê bibû. Mazlûm Çelîk (Şervan Varto) navê Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Onder Aslan girtibû, ji derdora xwe re dilsoziya xwe ya bi bîranînan anîbû ziman û tevlî nava refên YPG’ê bibû. Di mewlûdê de dayik û bav Çelîk axivîn, wiha gotin: “Em bi kurê xwe re serbilind in.”

Ji bo şervanê YPG’ê Çelîk wê di rojên pêş de li Ewropayê jî ji aliyê xizmên wî bîranîn bê lidarxistin.