Li Hagen û Wûppertalê piştî nimeja Înê dewleta Tirk hat protestokirin

Li bajarên Hagen û Wûppertalê piştî nimeja Înê terora dewleta Tirk hat şermezarkirin.

Li bajarên Hagen û Wûppertalê piştî nimeja Înê terora dewleta Tirk hat şermezarkirin.
HAGEN
Li bajarê Hagen ê Elmanyayê li peşiya mizgefta Şêx E.Emîn piştî nimeja Îne, bi daxuyaniyekê dewleta Tirk hat protestokirin.

Di daxuyaniye de xwerêveberî hatin silavkirin û bêdengiya cîhanê jî hat rexnekirin. Her wiha di daxuyaniye de bal kişandin ser zîhniyeta AKP û Erdoğan a DAİŞ’ê yê.

WÛPPERTAL
Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê jî daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin û di daxuyaniyê de terora dewleta Tirk hat şermezarkirin. Mele Mistefa axivî û wiha got: “Îslamiyet jiyanê, civakê piroz dibîne û ev êrîşên li ser gele Kurd jî dijî Îslamê ne.”

...