Cansiz û hevalên xwe wê sibehê li Kerkûkê bên bîranîn

Ji bo 3 jinên şoreşger Cansiz, Dogan û Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin wê di pêşengiya REJAK de sibehê bi aktîvîteyekê li Kerkûkê bên bîranîn.

Ji bo 3 jinên şoreşger Cansiz, Dogan û Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin wê di pêşengiya REJAK de sibehê bi aktîvîteyekê li Kerkûkê bên bîranîn.

Ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan û encama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin wê sibehê li Kerkûkê bên bîranîn. Bîranîn wê sibehê li salona Hole Rewşenbîrî bê lidarxistin.

Aktîvîteya ji aliyê Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (REJAK) tê organîzekirin wê bi tevlîbûna Tevgera Azadî û Tevgera Ciwanên Kurdistanê pêk were. Aktîvîteya ku banga tevlîbûnê li her kesî hat kirin wê pêşendanek sînevîzyonê ya têkoşîna jinên Kurd ên şoreşger vedibêje jî cih bigire.