Ji bo çûyîna Îmraliyê serî li TÎHK hat dayîn

Platforma ji Ocalan re Azadî, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin.

Parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan, der barê sirgûnkirina girtiyên ji bo wezîfeya sekreteryayê çûbûn Îmraliyê de civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de hat ragihandin ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li TÎHK hatiye dayîn û hat gotin, "Em bi fikar in." Di civînê de bang li hikûmetê hat kirin ku tavilê gavê biavêje.

Sirgûnkirina Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên ji bo wezîfeya sekreterya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmraliyê re hatibû şandin û şidandina tecrîda li ser Ocalan, rastî nerazîbûnan tên.

Platforma ji Ocalan re Azadî, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin.

Di civîna li Navenda Giştî ya ÎHD'ê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî û Ozgur Erol, endamê OHD'ê Serbay Koklu û ji Platforma ji Ocalan re Azadî Zubeyde Teker amade bûn.

TURKDOGAN: TECRÎD JÎ ÊDÎ DERBAS KIRIYE

Turkdogan da xuyakirin ku Ocalan bi sîstemeke înfazê û tecrîdeke mînaka xwe di ti qanûnan de nîne, rast tê.

Turkdogan diyar kir ku rewşa heyî, tecrîd jî derbas kiriye û got, "Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve Abdullah Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, agahî jê nayê girtin. Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî ti kes nikare pê re hevdîtinê bike. Herî dawî ji Girtîgeha Îmraliyê Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş sewqî Girtîgeha Sîlîvrî hatin kirin. Der barê muwekîlên xwe de parêzeran agahî negirtine."

'EM DIXWAZIN HAYA ME JI REWŞA BIRÊZ OCALAN ÇÊBIBE'

Turkdogan da zanîn ku belavkirina sekreterya Ocalan, bêyî agahiya xizmên wan sewqkirina girtiyan û veşartina vê rewşê ji parêzeran, di nava raya giştî de rê li ber fikarên cidî vekiriye û got, "Em dixwazin ji vê derê Wezîrê Edaletê û desthilatdariya siyasî hişyar bikin; Em dixwazin haya me ji rewşa Birêz Abdullah Ocalan hebe."

Turkdogan destnîşan kir ku li pêş çavan e; Ocalan lîderê PKK û Rêberê gelê Kurd e û got, "Ji ber vê yekê, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê lîderekî girîng ê siyasî ye. Lewma em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku bi berpirsyarî rabe."

'ME SERÎ LI TÎHK DAN, EM BAWERIN KU WÊ BERSIVEKE ERÊNÎ WERE DAYÎN'

Turkdogan anî ziman ku ji bo pêkhatina hevdîtinên bi Ocalan re wan serî li Saziya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHK) dane û got, "Ji ber Saziya Mafên Mirovan hem ji aliyê çarçoveya qanûnî hem jî çarçoveya hiqûqa gerdûnî ve xwedî erkek bi vî rengî ye. Ev sazî bêyî destûrê werbigire, kîngê bixwaze dikare bi her girtî re hevdîtinê bike. Me jî serlêdana xwe kir. Em di wê baweriyê de ne ku wê bersiveke erênî were."

YUREKLÎ: EM EWLEKARIYA JIYANA WÎ BI FIKAR IN!

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî jî da xuyakirin ku Ocalan ji ber nasnameya xwe ya siyasî ji hemû mafên xwe yên însanî bêpar hatiye hiştin û bibîr xist ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve weke parêzeran wan 500 caran serlêdan kirine, lê belê bi hincetên gelekî biçûk hatine redkirin. Parêzer Yureklî da xuyakirin ji 5'ê Nîsanê û vir ve têkiliya bi Ocalan re bi temamî qut bûye, mafê name û telefonê hatiye astengkirin, û got, "Du girtiyên ji Îmraliyê sewqî Sîlîvrî hat kirin, bêyî agahiya me pêk hat. Serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi her du muwekîlan re hatin redkirin. Der barê tenduristiya muwekîlê xwe de me ji ti rayedaran agahiyeke zelal wernegirtine." Yureklî diyar kir ku ew ji ewlekariya jiyana muwekîlên xwe yên li Îmraliyê bi fikar in.

TEKER: AŞTÎ BI AZADIYA OCALAN DIBE

Endama Platforma ji Ocalan re Azadî Zubeyde Teker jî ragihand, ku ji bo pêkhatina aştiyê pêwîste Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û got, "Me d pêvajoya heyî de dît ku heta Ocalan azad nebe, nepêkane ku aştî pêk were. Belavkirina sekreteryayê ji bo welêt cihê gumanan e."

Teker bang li hikûmeta AKP'ê kir ku tavilê şert û mercên aştiyê biafirîne û ji bo qebûlkirina daxwazên hevdîtina bi Ocalan re gavê biavêje.