Bi hezaran kes Akyuz oxir kir

Huseyîn Akyuz ê ku li Nisêbînê li gel Kerem Akyurek ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li Midyadê bi dirûşma "Şehîd namirin" hate defin kirin.

Cenazê Huseyîn Akyuz ê ku duh li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê ji wesayîta zirxî hate gulebarankirin jiyana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Dewletê a Mêrdînê hate wergirtin û anîn Mîdyadê. Kerwanê cenazeyê, di ketina navçeyê de ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Cenaze, destpêkê anîn mala malbatê a li Taxa Estelê û pişt re darbesta wî bi rengên kesk û sor û zer hate xemilandin û birin Goristana Cebane Kalo. Bi sedan welatiyên ku tevlî merasîma cenazeyê bûn dirûşmên "Bijî berxwedana gelê Kurdistan" û "Şehîd namirin" berz kirin.

Dayik Vehbiye Akyuz a ku wêneyê kurê xwe kiribû hembêza xwe bi gotinên "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye" kurê xwe oxir kir.

Piştî Akyuz hate definkirin, Parlamentera Mêrdînê ya HDP'ê Gulser Yildirim axivî û got "Emê li hemberî çeteyên Erdogan tu carî serê netewînin û koletiyê qebûl nekin." Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Mêrdînê Abdullatîf Tabar jî diyar kir ku gelê Kurd li hemberî êrîşên tevkujiyê li ber xwe bide.

Piştî merasîma cenazeyê, girse ji bo sersaxiyê çû Mala Şînê ya Haci Kasim Altunkaya ya li Taxa Cumhuriyetê.