Ciwanên rojavayî berxwedana li Bakur silav kirin

Yekîtiya Ciwanên Rojava li bajarê Dirbêsiyê bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Bakurê Kurdistanê meşeke girseyî li dar xist.

Li kantonên Rojava çalakiyên piştgiriyê yên ji bo berxwedana xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê dewam dike. Bi hezaran ciwanên Rojava ji bo ku tevlî meşê bibin li pêşiya Navenda Ciwanan a Dirbêsiyê hatin cem hev û ji vir berê xwe dan konê piştgirîdayîna Bakurê Kurdistanê.

Ciwanan di meşê de pankartên “Em berxwedana YPS, HPG, YPG û YPJ’ê silav dikin” û “Bijî berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê” hilgirtin. 

Ciwanan bênavber dirûşmeyên berxwedana li Bakurê Kurdistanê silavdikin, berz kirin û di kolan û bazara Dirbêsiyê re derbas bûn. 
Ciwan piştre jî çûn konê piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê.