Li Silêmaniyê asayîşê êrîşî çalakiya piştgiriya Bakurê Kurdistanê kir

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê dema ku Komelên Ciwanên Welatparêz ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê daxuyanî dan rastî êrîşa Asayîşa YNK'ê hatin.

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê dema ku Komelên Ciwanên Welatparêz ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê daxuyanî dan rastî êrîşa Asayîşa YNK'ê hatin.

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê di pêşengiya Komalên Ciwanên Welatparêz de ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê daxuyanî hat dayîn. Di dema daxuyaniyê de asayîşa YNK'ê mudaxeleyî ciwanên welatparêz kir. Di dema mudaxeleyê de di nava asayîşê û welatiyan de pevçûn derket. Pevçûnê heta danê êvarî berdewam kir.