PKK: Em soz didin ku em ê tola jinên Kurd ên hatin qetilkirin hilînin
"Tevî hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî em hevalên Sêvê, Fatma û Pakîze bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi ser bixînin."
"Tevî hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî em hevalên Sêvê, Fatma û Pakîze bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi ser bixînin."
Komîteya Rêveber a PKK'ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û sê siyasetmedarên jin ên di 5'ê Çileya 2016'an de li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Berxwedana azadiyê ya jinên Kurdistanê bi qetilkirina Sakîneyan neqediya û wê neqede. Weke mînaka îro ya Silopiyayê, wê Sakîne her zêde bibin, mezin bibin û pêşengiya xwe ya ji berxwedana li Kurdistanê re bidomînin."
Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bîranîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di sala çaremîn a qetilkirina hevrêyên me Sara, Rojbîn û Ronahî de, bi rûmeta bîr û baweriya ya azadiyê re, em jin û ciwanên pêşengiya jiyana azad dikin û gelê xwe yê ji dergûşê heta goristanê li ber xwe dide, silav dikin."
ZILM NÎŞANEYA RIZANDINÊ YE
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Di van rojên ku gelê Kurdistanê xwe gihandiye rastiya gelê şoreşger de, em hemû êrîşên li dijî mirovahiyê, wehşî û faşîst ên li hemberî gelê me û hemû berxwedêran, lenet dikin û soz didin ku leneta me wê ji faşîzmê re bibe goristan, ji gelên me re jî bibe azadî.
Ji zilma tê kirin fêm dibe, ku dewleta Tirk a di şexsê desthilatdariya AKP'ê de şênber bûye, ji binî ve riziya ye. Ji ber ku zilm nîşaneya rizandinê ye. Dixwazin kolonîkirineke nû, dîmenên tevgereke nû ya dagirkeriyê li ser raya giştî ya Tirkiyeyê ferz bike. Dixwaze raya giştî ya şoreşger a demokratîk a Tirkiyeyê li pêşberî van komkujî û êrîşan lal bikin. Lê belê raya giştî ya demokratîk şoreşger dizane ku azadiya civaka Tirkiyeyê, bi xwedîderketina li berxwedana gelê Kurd, bi pêkanîna berxwedana xwerêveberiyê li her kolan, tax û her cihî, dibe. Li Kurdistanê qirkirinên fîzîkî, çandî û siyasî dewam dikin. Bi van qirkirinan re her wiha tê xwestin ku di nava civaka Tirkiyeyê de jî qirkirina wateyî bê kirin. Li hemberî vê yekê; meşandina berxwedana hevpar, li dijî desthilatdariya dagirker faşîst bilindkirina berxwedana topyekûn, yekane şertê azadbûna civaka Tirkiyeyê ye."
PKK'ê, Tevgera Azadiyê ya Kurd weke 'Şoreşa Rojhilata Navîn û Cîhanê' pênase kir û da zanîn, ku têkoşîn li Kurdidstanê, tevî serma û seqemê, dagirkerî, faşîzm û her şêwe êrîşên tinekirinê, bi şer, bi daxwaza berxwedanê, bi biryardarî û rûmetê didome.
JIN Û CIWANÊN KURD WÊ TOLÊ HILÎNIN
Di dewama daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Şoreşa xweseriya demokratîk a bi pêşengiya partiya me PKK'ê tê meşandin, ji Rojava heta Başûr, ji Şengalê heta Silopiyayê bi tevahiya gelê Kurdistanê re veguheriye biryardariya jiyaneke azad a hemû mirovên Rojhilata Navîn hembêz dike. Vê têkoşîna me ya li gelemperiya herêmê tê meşandin, li bajarên Kurdistanê berxwedan derxistiye asta herî bilind. Coş û xwesteka berxwedanê ya li Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê bilind bû, wê li hemû tax û bajarên Kurdistanê belav bibin. Gelê Kurd wê mîrateya berxwedanê ya jinên siyasetmedar ên di salvegera komkujiya Parîsê de li Silopiyayê hatin qetilkirin, esas bigire. Jin, ciwan û tevahiya gelê me bi bêdengî ev komkujî pêşwazî nekirine û wê tola wê hilînin. Weke PKK em soz didin, ku em ê tola hemû mirovên me yên li bajarên Kurdistanê hatin qetilkirin û tola jinên Kurd ên pêşeng ên bi birîndarî bi îşkenceyê hatin înfazkirin, hilînin.
BERXWEDANA TOPYEKÛN ŞERTÊ YEKANE YÊ JIYANA AZAD E
Gelê me pê dizane ku ji dergûşê heta goristanê, jiyan berxwedan e. Jinên Kurdistanê hîn bûne ku berxwedana topeykûn şertê yekane yê jiyana azad e û bi vî rengî pêşengiyê ji vê berxwedanê re dikin. Lewma li pêşiya jinên Kurdistanê ti astengî nîne. Tirsa hêzên desthilatdariya faşîst a ji jinên pêşeng, ji qetilkirina keçên ciwan, dayik û pitikên sê mehî tê fêmkirin. Tirsa ji jina azad, karakterê faşîzmê ye. Ji ber vê yekê, xurtkirina berxwedana sekna jina azad a bi pêşengiya PKK û PJAK'ê, mezinkirina berxwedanê wê esas bê girtin."
ŞOPDARÊN SAKÎNEYAN WÊ ZÊDE BIBIN, MEZIN BIBIN Û PÊŞENGIYÊ JI BERXWEDANA KURDISTANÊ RE BIKIN
PKK'ê destnîşan kir, ku bi qetilkirina jinan re têkoşîna azadiya jinê naqede û diyar kir, ku ev têkoşîn wê bêhtir mezin bibe.
Daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Rêveber a PKK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Berxwedana azadiyê ya jinên Kurdistanê bi qetilkirina Sakîneyan neqediya û wê neqede. Weke mînaka îro ya Silopiyayê, wê Sakîne her zêde bibin, mezin bibin û pêşengiya xwe ya ji berxwedana li Kurdistanê re bidomînin. Berxwedana jina azad a bi pêşengiya PKK û PAJK'ê bi dengê hevrê Sar re li cîhanê deng veda, çawa ku li tevahiya cîhanê çanda berxwedana şoreşgerî afirand, wê vê yekê bixe meriyetê. Jinên Kurd ev mîrateya berxwedanê dewr girtine û ji çiyê gihandine deşt, tax, meclîsên gel û dilê her mirovekî Kurd. Ev berxwedana bi Sakîneyan re destpê kir, bi Sêvêyan, Fatmayan û Pakîzeyan didome. Sekna heval Sakîne ku ruhê berxwedanê yê zîndana Amedê ye, bi rewşa dîrokî û civakî ya çiyayên Botanê re bû ye, xwe nû kir û xwedawendî kir sekneke jinê ya pêşeng a di nava jiyanê de. Ev çemê berxwedanê îro li Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê bi xumxumî diherike. Ev çemê berxwedanê digihêje berxwedana hevrêyên jin ên têkoşînên şoreşgerî yên Tirkiyeyê û herikîneke mezin a azadiyê diafirîne.
EM Ê NEHÊLIN MIROVAHÎ BÊ KUŞTIN
Û weke PKK, em ê nehêlin mirovahî bê kuştin, ku ev mirovahiya bi dirûşma 'Jin jiyan e, kuştina jiyanê, kuştina mirovahiyê ye' tê bilêvkirin û hevala Sêvê Demîr jê re pêşengî dikir. Em soz didin, ku ji bo jiyan bi rûmetî were jiyîn, em ê têkoşînê mezin bikin, berxwedanê xurt bikin û heta afirandina jiyana azad em ê ji têkoşînê venegerin.
Em komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a Parîsê û Komkujiya Silopiyayê lenet dikin. Bi vê wesîleyê, em hevrê Sara, Rojbîn, Ronahî, hevalên Sêvê, Fatma, Pakîze û hemû şoreşgerên jin ên şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê tola şehîdan hilînin, têkoşîna wan jî bi ser bixînin. Em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku tevlî berxwedana li welatê me hatiye destpêkirin bibin, bang li tevahiya gelê xwe dikin ku xwedî li berxwedanê derkeve, mezin bike, bang li welatparêz, şoreşger û raya giştî ya demokratîk dkin ku têkoşînê hevpar bikin û heta afirandina jiyana azad li dijî zilmê berxwedanê bidomîne."