Cenazeyên welatiyên di encama terora dewleta Tirk de hatin qetilkirin, ji ber ku ji ber qedexeyê nikarin li diyarên xwe werin veşartin, li morgên Şirnex, Silopiya û Cizîrê tên ragirtin.
Dewletê qîma xwe bi vê zilmê neanî û bi guhertina rêvebernameya Saziya Tipa Edlî re pêşî vekir ku amîriyên mulkî karibin cenazeyan werbigirin û bi xwe veşêrin.
Piştî vê guhertina di rêvebernameyê de, ji Serbijîjkiya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê nivîsa "cenazeyan werbigirin" ji Şaredariya Şirnexê re hat şandin. Şaredariyê jî bersiva "Ji ber qedexeyê, malbat nikarin cenazeyên xwe veşêrin, lewma tiştekî em karibin nîne" da.