Li Cizîrê 2 kesên din hatin qetilkirin
Li taxa Nûr a Cizîrê ku ji duh bi şev û vir ve bi tank û topan êrîşên giran lê tê kirin, welatiyên bi navê Tayfûr Yaşli û Şivan Mûngan bi guleyên hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin.
Li taxa Nûr a Cizîrê ku ji duh bi şev û vir ve bi tank û topan êrîşên giran lê tê kirin, welatiyên bi navê Tayfûr Yaşli û Şivan Mûngan bi guleyên hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin.
Di roja 26. a terora dewletê ya li Cizîrê de du welatiyên din hatin qetilkirin. Li Taxa Nûrê ku ji duh êvarê ve ye di bin topbaran û gulebaranê de ye, welatiyên bi navê Tayfûr Yaşli û bavê du zarokan Şivan Mûngan hatin qetilkirin. Cenazeyên Yaşli û Mûngan ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin.
Li Cizîrê di êrîşên komkujiyê de, tenê di 26 rojên dawî de 37 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.
Duh êvarê jî Nîdar Sumer (17) û kekê wî Halîs Sumer (45) dema ji bo av bînin diçûn mala cîranan, di êrîşê tîmên taybet de hatibûn qetilkirin.