Nûçegihana JINHA'yê hat girtin

Nûçegihana JINHA'yê Rojda Ogûz, ku di operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî xwendekarên zanîngeha Wanê de hat binçavkirin, hat girtin.

Ji 17 xwendekarên beriya 4 rojan di serdegirtina Wargeha Xwendekaran de hatin binçavkirin Aylîn Çelîk û Emîn Bîlgîn duh bi şev piştî ragirtina li emniyetê hatin berdan. Nûçegihana JINHA'yê Roja Ogûz jî di nav de 15 xwendekar danê êvarê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Dadgeha nobedar, piştî wergirtina îfadeyê nûçegihana JINHA'yê Rojda Ogûz jî di nav de 5 kes girt.

Ji bo girtina Roja Ogûz jî, meşên ku wê weke nûçegihan şopandiye, endametiya wê ya li Komeleya Xwendekarên Welatparêz (YODER) û parvekirinên wê yên li ser malpera Facebookê weke sedem hatin nîşandan.