KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Cizîrê kesekî din qetil kir
Li Cizîrê, di êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî taxên berxwedanê de kesekî bi navê Ahmet Zirig ji ber guleya li stûyê wî ket, jiyana xwe ji dest da. -
Parlamenterên HDP'ê: Ya li Wanê qewimî ne şer e, înfaz e
Li Wanê, hêzên dewleta Tirk danê sibehê avêtin ser malekê. Di serdegirtinê de 12 ciwan hatin înfazkirin. Li ser nasnameya ciwanên hatin înfazkirin, ti daxuyanî nehat dayîn. -
Li Osloyê meşa edaletê û desteka ji bo berxwedana xwerêveberiyan
Ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin û destekkirina berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, li Oslo meşek hat lidarxistin. -
Hevşaredarên DBP'yî li Amedê li hev civiyan
Hevserokên 102 Şaredarên DBP'yî, ji bo êrîşên dewleta Tirk ên di demên dawî de li hemberî şaredariyên wan zêde kiriye binirxînin, li Amedê li hev civiyan. -
Êrîşên çeteyan ên li hemberî Efrîn û Ezazê dewam dikin
Çeteyan ji danê sibehê ve gundên Malkiyê, Şewarxe, Tinib û Keştear ên Ezazê bi çekên sûîqestê hedef digirin. -
6 kes li Dêrikê hatin girtin
Li Dêrikê, ji 7 kesên roja 6'ê Kanûnê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin. -
Li Wanê komkujî: 12 ciwan hatin înfazkirin
Li gorî şahidên bûyerê, kincên sivîl li ciwanên li malekê de bûn û piştî bûyerê bi tenê çekek kalaşnîkovê li ser cenazeyan hat dîtin. -
Destpêkê birîndar kirin, dûre binçav kirin
Polîsên Tirk ên ku duh li Cizîrê zarokê bi navê Selahattîn Gunduz (14) birîndar kirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, binçav kirin. -
Ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê 6 cenaze hatin revandin
Cenazeyên 6 kesên di demên cuda de li Cizîr û Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin ragirtin, duh bi şev ji aliyê polîsên Tirk ve hatin revandin. -
Li Kobanê seferberiya perwerdeyê
Li 145 dibistanên Kobanê 16 hezar xwendekar di ezmûnan de ne. -
Demîrtaş: Bêrûmetiyê li ser gelê Kurd ferz dikin
Demîrtaş got, "Em mîna masiyên sor ên di nava okyanûsê de li dijî ahtepoteke mezin têdikoşin e. Qelsiyên vî ahtepotî heye. Mîna 7'ê Hezîranê em dikarin vî ahtepotî bitevizînin, em dikarin milên wî bişikînin." -
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya DBP'ê ya Milazgirê
Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser avahiya DBP'ê ya navçeyê û gelek malan. Di serdegirtinan de herî kêm 6 kes hatin binçavkirin. -
'Em ê hesabê zarokên xwe yên hatine qetilkirin ji AKP'ê bipirsin'
Gelê Kerboranê yê li dijî êrîşên qirkirinê yê dewletê li ber xwe da, destek da berxwedanên Silopiya, Cizîr û Sûrê û got, "Em ê serî li ber êrîşên qirkirinê netewînin. Em ê hesabê zarokên xwe yên hatine qetilkirin ji AKP'ê bipirsin. -
Sara, Rojbîn û Ronahî li Hewlêrê hatin bîranîn
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di 4'ê Çileyê de li Silopiyayê hatin qetilkirin, li Hewlêrê bi semînerekê hatin bîranîn. -
Komkujiyên Parîs û Silopiyayê hatin şermezarkirin
Ji Ewropa heta Awûstralya û Amerîkayê Kurdistanî û dostên wan duh li qadan bûn. -
Bi ruhê Sarayan Cizîr, Silopiya, Sûr û Kerboran li ber xwe didin
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Şengalê, der barê komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an de ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayan destnîşan kirin ku bi ruhê Sarayan îro li Cizîr, Silopiya, Sûr û Kerboranê berxwedan tê nîşandan. -
Li Cizîrê terora dewletê: Du ciwan hatin qetilkirin-NAT NÛKIRIN
Li Cizîrê, terora dewleta Tirk û berxwedana gel a li dijî vê terorê di roja 28. de dewam dikin. Di êrîşên duh bi şev de 2 ciwanên din hatin qetilkriin. -
Nûçegihanê DÎHA hat binçavkirin
Polîsên Tirk danê vê sibehê li Kerboranê avêtin ser malan. Di serdegirtinê de nûçegihanê DÎHA'yê Mûrat Verîm û kesekî bi navê Îrfan Yakût hatin binçavkirin. -
Hevserokên HDP û DBP ên Bêrecûkê hatin girtin-HAT NÛKIRIN
Ji kesên li navçeya Riha Bêrecûkê hatin binçavkirin, Hevserokên HDP û DBP ên navçeyê jî di nav de 5 kes hatin girtin. -
Arkeolog vegeriyan Shanîdarê
Piştî ku DAIŞ li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, zanyar vegeriyan Şikefta Shanîdarê, ku yek ji wargehên berê yên Neanderthalan e. -
Dokûmantera 'Sara-Jiyana min her şer bû' li Amedê hat nîşandan
Gala dokûmantera 'Sara-Jiyana min her şer bû' ya li ser jiyana yek ji damezerînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, rastî eleqeyeke mezin hat. -
Dewleta Tirk li Bern û Kasselê hat şermezarkirin
Li bajarê Swîsre Bernê bi sedan Swîsreyî li dijÎ komkujiyên dewleta Tirk li qadên xwerêveberiyê dike, daketin kolanan. Li bajarê Elmanya Kasselê jî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê standek vekir. -
Ewropa ji bo 'sê şitil'an li qadan bû
Bi hezaran Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê daketin qadan. Di çalakiyan de hemû komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin, hatin şermezarkirin. -
Berxwedana Sakîne di ruhê hemû jinan de ye
Gerîlayên YJA Starê yên li eniya Kerkûkê têdikoşin, di salvegera sêyemîn a komkujiyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anîn û soz dan ku ew ê têkoşîna wan bilind bikin. -
HDP li dijî guhertina sosret a AKP'ê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê dide
Desthilatdariya AKP'ê, ji bo di dema pêş de êrîşên xwe yên li dijî mirovahiyê bê ceza bimîne, bi guhertina di rêvebernameya STE de kirî re, mora xwe danî binê skandaleke nû. HDP ji bo betalkirina vê guhertinê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê dide.