Gelê Kerboranê ku 19 rojan li dijî êrîşên qirkirinê yên dewletê li ber xwe da, destek da berxwedanên Sûr, Cizîr û Silopiyayê. Şukran Akgun diyar kir ku ew 19 rojan li hemberî êrîşên dewletê sekinînin û destnîşan kir ku gelekî di berxwedan û azadiyê de biryardar be, ti hêz nikare pê. Akgun bibîr xist ku gelê Sûr, Silopiya û Cizîr li hemberî êrîşên qirkirinê li ber xwe dide û got, "Her roj tên qetilkirin. Qebûlkirina vê yekê bêwijdanî ye. Nahêlin cenaze jî werin definkirin."
Emîn Dûrsûn ê li taxa Safa ya rastî êrîşên giran hat dimîne, anî ziman ku hêzên dewletê gule li mala wan barandine û talan kirine. Dûrsûn diyar kir ku zarokên Kurd tên qetilkirin û got, "Em van qebûl nakin. Em ê jî li gorî derfetên xwe li ber xwe bidin û li pêşberî hêzên dewletê serî netewînin. Em li cem gelê xwe yê rastî êrîşan tên e." Dûrsûn destnîşan kir ku gelê Kurd dixwaze li ser xaka xwe bi awayekî azad û aram bijî û diyar kir ku ji ber vê daxwazê, komkujî li ser wan tê ferzkirin.
Dilşa Gunduz jî ragihand ku ew êdî nikarin qetilkirina jin û zarokên Kurd tehemûl bikin û got, "Em dixwazin êdî ya herî baş pêk were. Em naxwazin xwîn li xaka me birije. Berxwedana gelê Cizîr û Sİlopiyayê ya li hemberî êrîşên dewletê girîng e. Weke jinên Kerboranê em alîgirê berxwedanê ne. Em li cem wan in."
Tebriye Tûran da xuyakirin ku ti hêz nikare wan ji nava xaka wan derxîne û got, "Axa me namûsa me ye. Em ê dest ji namûsa xwe bernedin. Gelê Silopiya û Cizîr bi heybetî li ber xwe didn. Em heta dawiyê li cem gelê Cizîr û Silopiyayê ne. Em ê hesabê zarokên li Cizîr û Silopiyayê hatin qetilkirin, ji AKP'ê bipirsin."