Berxwedana Sakîne di ruhê hemû jinan de ye
Gerîlayên YJA Starê yên li eniya Kerkûkê têdikoşin, di salvegera sêyemîn a komkujiyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anîn û soz dan ku ew ê têkoşîna wan bilind bikin.
Gerîlayên YJA Starê yên li eniya Kerkûkê têdikoşin, di salvegera sêyemîn a komkujiyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anîn û soz dan ku ew ê têkoşîna wan bilind bikin.
Di sêyemîn salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an de, gerîlayên jin ên li eniya Kerkûkê li ber xwe didin, ji ANF'ê re axivîn.
DIVÊ JINÊN KURD XWE DI RUHÊ SARA DE BIDIN JIYÎN
Gerîla Axîn Kiçî da xuyakirin ku Sara her tim bi watedarî jiya ye û got, "Heval Sara her kêliya jiyana xwe bi dagirtî jiya. Di her kêliya jiyanê de di nava şer de bû, jiyana xwe bi vî rengî pênase dikir. Hevala Sara xwedî enerjiyeke gelekî mezin bû. Enerjiyeke gelekî mezin ji jiyanê werdigirt. Ji ber ku gelekî ji jiyanê hez dikir. Dema hevala Sara tê gotin, di destpêkê de berxwedana wê dikeve bîra gelê Kurd. Ji ber ku berxwedana hevala Sara di dilê me de neqişî. Ruhê berxwedanê yê dayikên me yên îro li Bakurê Kurdistanê li ber xwe didin, ruhê berxwedanê yê hevala Sara ye. Ruhê wê yê berxwedanê îro di bedena bi mîlyonan de ye."
Kiçî da xuyakirin, ku divê jin hemû bi taybetî jî jinên Kurd bi têkoşîn û jiyana Sara zanibin û got, "Girîng e jin hemû, bi taybetî jinên Kurd xwe di ruhê berxwedanê yê hevrê Sara de bidin jiyîn. Ji ber ku jin hemû wê xwe di nava hevala Sara de bibînin. Divê jin hemû vê berxwedanê di ruhê xwe de bidin jiyîn. Bêguman ev berxwedan wê bi ser bikeve. Weke şervanên azadiyê em ê jî her tim li ser şopa hevala Sara bin û têkoşînê bi ser bixînin."
SARA JINEKE SERHILDÊR A DÊRSIMÊ BÛ
Gerîlaya Y JA Starê Tavîn Têkoşîn jî diyar kir ku jina Kurd a şoreşger Sara bandoreke gelekî mezin li mirovan kiriye û ev nirxandin kir: "Beriya her tiştî ez hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî bibîr tînim. Di şexê wan de soza bilindkirina têkoşînê didim hemû şehîdên şoreşê. Ji bo vegotina hevala Sara gotin têrê nakin. Ji ber ku ti gotin bi temamî nikare hevala Sara vebêje. Hevala Sara, qet bi te re neaxive jî bi nêrîn û sekna xwe re gelekî bandor dikir. Dema min hevala Sara cara yekemîn dît, ketim bin bandora wê. Hevala Sara jineke serhildêr a Dêrsimê bû, ti astengî nas nedikir, ya nepêkan bû bi ser dixist. Hevala Sara dîrokek bû, ku berê nehatibû jiyîn. Di vê têkoşînê de xwedî kedeke gelekî mezin bû. Lewma hedef hat girtin. Di şexsê hevala Sara de xwestin têkoşîna jinê tine bikin."
Têkoşîn di dawiya axaftina xwe de ragihand, ku ew ê plana komployê pûç bikin û got, "Di şexsê hevala Sara de xwestin vîna jinê bişikînin. Îro ew roj e ku ji her demê bêhtir em xwe xurt bikin û ji bo careke din ev komkujî rû nedin divê jin hemû li dijî zîhniyeta baviksalarî li ber xwe bidin, têkoşîna hevala Sara mezin bikin û vî agirê berxwedanê roj bi roj gurtir bikin. Weke şopdarên hevrê Sara em soz didin ku em ê têkoşîna wê mezin bikin û bi biryardariyeke mezin bi ser bixînin."