Cenazeyên 6 kesên di demên cuda de li Cizîr û Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatin ragirtin, duh bi şev ji aliyê polîsên Tirk ve hatin revandin.
Hat ragihandin ku cenazeyên Taybet Înan û Yûsûf Înan birine Silopiyayê, cenazeyên Dogan Îşî (18), Ferîde Kalkan (20), Haci Ozdal (23) û Abdulmecît Yanik (27) birine Şirnexê, lê nayê zanîn ku niha cenaze li ku ne. Tê gotin ku cenaze radestî qeymeqamiyên Silopiya û Cizîrê hatine kirin.
Malbatan û parlamenterên HDP'ê yên li ber nexweşxaneyê li benda cenazeyan bûn, nerazîbûneke tund nîşanî revandina cenazeyan dan. Tê texmînkirin, ku cenaze li gorî guhertina di rêvebernameya Saziya Tipa Edlî de hatiye kirin, hatine revandin.
Duh bi şev malbat û parlamenter ji bo wergirtina 10 cenazeyan li ber Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê sekinîbûn û cenazeyên Taybet Înan û Yûsûf Înan ne di nav de, cenazeyên Azîz Yûral, Çetîn Taşer, Fatma Ûyar, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Nîdar û Halîs Sumer, Lutfu Aksoy ji aliyê malbatan ve hatibûn wergirtin û ew biribûn depoya hewa sar a ji aliyê Şaredariya Şirnexê ve hatiye amadekirin.