KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gelê Cizîrê ber bi taxa Cûdî ve dimeşe
Li Cizîrê ku êrîşên dewleta Tirk lê didome, bi sedan kes ji bo rakirina cenazeyên mirovên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin, ber bi taxa Cûdî ve dimeşin. -
Li Hezexê dikan girtî ne, xwendekar naçin dibistanê
Înfazkirina 12 ciwanan li Wanê, rastî nerazîbûneke mezin a gelê Kurd tê. Li Hezexê bi armanca şermezarkirina înfaza ciwanan û terora dewletê ya li bajarên Kurdan, dikan nehatin vekirin, xwendekar naçin dibistanê. -
Înan ê nahêlin ew beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe: Ya tê kirin hovîtî ye
Kurê Taybet Înan Mehmet Înan ê ku destûr jê re nayê dayîn beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe, da xuyakirin ku muameleya li cenazeyan tê kirin hovîtî û barbarî ye. -
Komkujiya li Wanê hat kirin li Swîsreyê hat şermezarkirin
Ciwanên Kurd ên li Swîsreyê dijîn, ji bo înfazkirina 12 ciwanên Kurd şermezar bikin, çalakiya dagirkirinê lidar xistin û meşiyan. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. -
Li Wanê polîsan êrîşî gel kirin: Birîndar hene
Li Wanê, girseya gel ji bo şermezarkirina înfaza 12 ciwanan xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. -
Heyeta Îmraliyê, ji bo bi Kûran û Arkaş re hevdîtinê bike serlêdan kir
Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Sirri Sureyya Onder, ji bo bi Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên sirgûnî Sîlîvrî hatin kirin re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê dan. -
Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li Rûsyayê hatin bîranîn
Li Moskowa û Soçî, jinên şoreşger ên li Parîs û Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Di bîranînan de banga mezinkirina berxwedanê li gelê Kurd hat kirin. -
Xwendekarên Zanîngehê tevlî nava refên YPS-Jin bûn
Komek ji jinên ciwan ên li zanîngehê dixwînin, ku ji bo şermezarkirina terora dewletê û destekkirina berxwedana gel çend roj berê xwe gihandin Cizîrê, tevlî nava refên YPS-Jin bûn. -
Gelê Kurd cenazeyên 2 ciwanên xwe piştî berxwedana hefteyekê rakir
Cenazeyên ciwanên berî hefteyekê li Şirnexê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û ji ber êrîşan nikarîbûn bihata rakirin, di encama berxwedana hefteyekê de ji aliyê parlamenterên HDP'ê û gel ve hatin rakirin. -
Bavê Îsa Oran: Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê di vê rê de bimeşin
Oran û Sevîtek ên li Sûrê hatin qetilkirin, li Dortmûndê hatin bîranîn. Bav Oran di axaftina xwe ya li bîranînê de got, "Medya Erdogan derewan dike. Heta dilopa dawî ya xwîn xwe em ê di vê rê de bimeşin." -
Wan ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin
Polîs û leşkerên Tirk ên duh li navçeya Wan Artemêtanê 12 ciwanên Kurd ên sivîl înfaz kirin, dor li tevahiya bajêr girtine. Di serî de avahiya DBP'ê ya bajêr hemû kolan û rê ji aliyê polîsên Tirk ve hatine girtin. -
Li Wanê jiyan sekinî
Li Wanê, ji bo şermezarkirina înfaza 12 ciwanan li navçeya Artemêtanê, esnafan dikanên xwe venekirin û xwendekar neçûn dibistanan. Dibistana Seretayî ya Mûstafa Cengîz a li Taxa Şehîd Firat jî hat şewitandin. -
'Ev berxwedan wê ji bo gelan bibe bihar; em xwedî lê derkevin'
Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir, ku Kurd li dijî koledariyê ji bo rûmet û mirovahiyê li ber xwe didin û got, "Divê gelê me bi lezgînî biherike Cizîrê. Ji bo şikandina vê zilmê divê her kes tevlî berxwedana gelê Kurd bibe." -
Êrîşên çeteyan ên li dijî gundên Ezazê didomin
Çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam ji gelek milan ve êrîşî nuqteyên Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar) ên li herêma Ezazê kirin. -
NCDK a Toronto kongreya xwe ya 2. lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCKD) a Toronto, kongreya xwe ya 2. lidar xist. Di kongreyê de gelek komîsyon hatin avakirin. -
Li Sûrê du teqînên dijwar rû dan
Li navçeya Amed Sûrê, ku li dijî tank û topên dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa ev meh û nîveke tê meşandin, danê vê sibehê du teqînên dijwar rû dan. -
Şerîk: Êdî bûye û çûye
Şerîk diyar kir ku yên li Silopiyayê 3 şoreşgerên jin qetil kirin û yên li Parîsê di 9'ê Çileyê de komkujî pêk anîn, heman hêz in. -
Meşvanên Botanê li pêşiya Sêrtê tên sekinandin
Otobusên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo meşa Botanê ya KJA'yê hatin Sêrtê, li pêşiya bajêr tên sekinandin. -
Yên xwestin ji Edeneyê beşdarî meşa Botanê bibin hatin astengkirin
HDP'yiyên ji bo tevlî meşa Botanê bibin xwestin ji Edeneyê biçin Sêrtê, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsên Tirk nehiştin girseya gel ji bajêr derkeve. -
Meşvanên Botanê bi rê ketin
Jinên bi pêşengiya KJA'yê ji bo tevlî meşa Botanê bibin li Amedê li hev civiyan, bi rê ketin. -
AvEG-Kon çalakiya nobedê radestî ciwanên Kurd kir
Rêveberên AvEG-Konê, ku di 3'ê Çileyê de nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê dewr girtin, di 10'ê Çileyê de daxuyaniyek dan çapemeniyê û nobed dewrî ciwanên Kurd kirin. -
Li Parîsê bîranîna şehîdan
Li paytexta Fransa Parîsê, 3 gerîlayên HPG'ê û sivîlekî li herêmê bû, ku di şerê li hemberî leşkerên Tirk de roja 26'ê Kanûna 2015'an li navçeya Mêrdîn Kerboranê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. -
'Bi ruhê berxwedanê yê 90'î re Kurdistan wê bi ser bikeve'
Gerîlayên YJA Starê Denîz Ûmût, Roza Serhat û Silav Botan destnîşan kirin, ku di berxwedana xweseriya demokratîk a li Kurdistanê de wê gelê Kurd bi ser bikeve. -
Timên taybet ên Tirk înfaz qebûl kirin
Timên taybet ên Tirk înfaza 12 ciwanan a bi serdegirtinek li navçeya Artemêtan a Wanê pêk hat qebûl kir. -
Li Farqînê tevgera polîsan
Di ketina navçeya Farqîn a Amedê de danê êvarî bi wesayîtên zirxî ve polîsên rûgirtî nuqteya kontrolê danîn, li navçeyê tevgera polîsan destpê kir.