Meşvanên Botanê li pêşiya Sêrtê tên sekinandin
Otobusên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo meşa Botanê ya KJA'yê hatin Sêrtê, li pêşiya bajêr tên sekinandin.

Welatiyên ku ji bo tevlî meşa bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi dirûşmeya "Cenazeyên me nayên definkirin, mirovahî dimire, bila dorpêça mirin bê rakirin" a ji bo wergirtina cenazeyên kesên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin tê kirin, hatin Sêrtê lê belê li pêşiya bajêr tên rawestandin. Destûr nehat dayîn ku jinên ji Stenbol, Meletî û Semsûrê hatin li Otogara Nû ya Sêrtê kom bibin. Wesayîtên ku ji Aydin û Mersînê jî hatin, li ber Çemê Başûr têne rawestandin. Welatiyên ku ji bo tevlî meşê bibin hatin Sêrtê, ji duh bi şev ve li van her du nuqteyan tên sekinandin.