Bavê Îsa Oran: Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê di vê rê de bimeşin
Oran û Sevîtek ên li Sûrê hatin qetilkirin, li Dortmûndê hatin bîranîn. Bav Oran di axaftina xwe ya li bîranînê de got, "Medya Erdogan derewan dike. Heta dilopa dawî ya xwîn xwe em ê di vê rê de bimeşin."
ANF
DORTMÛND
duşem, 11 rêbendanê 2016, 10:31
Îsa Oran (Mazlûm) û Mesût Sevîtek (Delîl) ên di 25'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Amed Sûrê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Dortmûndê hatin bîranîn.
Di merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê ir de, bavê Oran û pismamê wî Mucahît oran axivîn.
Mucahît Oran nerazîbûneke tund nîşanî dewleta Tirk da ji ber ku cenazeyan nade û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, lenet kir. oran got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em li ser şopa şehîdên xwe ne."
'JI MEDYA ERDOGAN BAWER NEKIN'
Bav Oran jî bi rêya telefonê ji beşdarên merasîmê re axivî û got, "Mazlûm kurê tevahiya gelê Kurd e. Cenazeyên me hînê li erdê ne. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê di vê rê de bin." Bav Oran bang li gelê Kurd kir û got, "Guh nedin medya Erdogan. Nûçeyên derewîn diweşînin. Sûr bi temamî di destê YPS'ê de ye. Hêzên dewletê bi metreyekê jî bi pêş de neçûne." Bav oran herî dawî bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir ku xwedî li xwerêveberiyê derkevin.