NCDK a Toronto kongreya xwe ya 2. lidar xist

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCKD) a Toronto, kongreya xwe ya 2. lidar xist. Di kongreyê de gelek komîsyon hatin avakirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCKD) a Toronto, kongreya xwe ya 2. lidar xist. Di kongreyê de gelek komîsyon hatin avakirin.

Kongre diyarî berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hat kirin. 

Di kongreyê de, piştî xwendin û nirxandina raporên xebatê, komîsyonên jin, ciwan, çand, rêxistinbûyîn, ol û bawerî, kontrolkirin, aştî û lihevanînê, çapemenî-weşand, perwerde û zarokan hatin avakirin. 45 endam ji bo van komîsyonan hatin diyarkirin.

Ji bo hevserokatiya NCDK Toronto Zelîha Akbaş û Gurkan Ormangoren hatin hilbijartin.

Di kongreyê de êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bi zimanekî tund hatin şermezarkirin.