Komkujiya li Wanê hat kirin li Swîsreyê hat şermezarkirin
Ciwanên Kurd ên li Swîsreyê dijîn, ji bo înfazkirina 12 ciwanên Kurd şermezar bikin, çalakiya dagirkirinê lidar xistin û meşiyan. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

CHÛR
Ciwanên li bajarê Chûrê li hev civiyan, qetilkirina 12 ciwanên Kurd li Wanê, protesto kirin. Ciwanên ku stasyona trenê ya navendî ya Chûrê dagir kirin, alên PKK û Ciwanên Azad vekirin û dirûşme qîriyan. Ciwan ji stasyona trenê bi qîrîna dirûşmeyan heta meydana Kaserne meşiyan û li vir çalakiya rûniştinê pêk anîn, rê li çûn û hatinê girtin.
Di daxuyaniya li vê derê de hat ragihandin ku dewleta TC a faşîst her roj komkujiyan dike, mirovên bêguneh û bêçek qetil dike û hat gotin, "Ji zarokên 15 salî heta dayikên me yên 50 salî qetil dikin û wan weke 'terorîst' sûcdar dikin. Li herêmên xwerêveberiyê, ji bilî terora dewleta TC a faşîzan ti teror nîne. Terorîstê herî mezin hikûmeta AKP'ê û dewleta TC ye. Wê hesabê van komkujiyan bide. Weke ciwanên Kurd em ê hesab ji kujeran bipirsin."
Ciwanan têkoşîna YDG-H û YPS a li Bakurê Kurdistanê jî silav kirin û xwestin her kes destekê bidin vê têkoşînê.
BERN
Li Bernê, bi pêşengiya Ciwanên Azad meşek hat lidarxistin. Meşa ku bi beşdariya gelek ciwanan pêk hat, heta stasyona trenê ya navendî ya Bernê dewam kir. Di meşê de dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Kujer Erdogan" û "Em ê derkevin serê çiyê û hesab bipirsin" hatin qîrîn. Di çalakiyê de li ser rewşa li Kurdistanê belavok hatin belavkirin.