AvEG-Kon çalakiya nobedê radestî ciwanên Kurd kir

Rêveberên AvEG-Konê, ku di 3'ê Çileyê de nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê dewr girtin, di 10'ê Çileyê de daxuyaniyek dan çapemeniyê û nobed dewrî ciwanên Kurd kirin.

Rêveberên AvEG-Konê, ku di 3'ê Çileyê de nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê dewr girtin, di 10'ê Çileyê de daxuyaniyek dan çapemeniyê û nobed dewrî ciwanên Kurd kirin.

Endamên AvEG-Konê di navbera 3-10'ê Çileyê de çalakiya nobedê ya 'Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu' meşandin û li ser bûyerên li Kurdistanê diqewimin, du dosyayên cuda radestî Komîsyonên Yekîtiya Ewropayê kirin û hevdîtin pêk anîn.

Hevseroka AvEG-Konê Şafak Arabaci daxuyaniyek li ser çalakiya nobedê da û da zanîn ku tecrîda şidandî ya bi salane li hemberî Ocalan tê meşandin, şêweyek ji komkujiya li hemberî gelê Kurd e.

Arabaci got, "Di çarçoveya qedexeya derketina derve ya di demên dawî de li bajarên Kurdan tê meşandin de, zilma herî tarî û gemarî li gelê Kurd tê kirin. Divê ew hiştina cenazeyan li naverastê, kuştina jin û zarokan, şewitandina malan, ew êşên tên kişandin bêguman werin teşhîrkirin. Lê belê duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ev meheke bi hemû rêbazên xwe yên gemarî yên şer re, nikare berxwedana gelê Kurd bişikîne. Nikare serî li gelê Kurd bide tewandin. Berxwedana bi heybet a gelê Kurd hêviyê dide mirovan. Weke AvEg-Kon, em tecrîda li ser Ocalan û pirsgirêka statuya Kurdistanê ne tenê weke pirsgirêka gelê Kurd dibînin."

Piştî daxuyaniya Hevseroka AvEG-Konê Şafak Arabaci, çalakiya nobedê di 10'ê Çileyê de radestî ciwanên Kurd hat kirin.