Endamên Heyeta Îmraliyê; Cîgira Serokê Meclîsê Pervîn Bûldan, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û Amîrê Îdareyê yê Meclîsê Sirri Sureyya Onder, ji bo bi Kûran û Arkaş re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Edaletê dan. Serlêdan roja Înê hat kirin, lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn.
Cîgira Serokê Meclîsê Pervîn Bûldan da xuyakirin, ku ji bo hevdîtinê ti roj nehatiye diyarkirin, lê belê wan xwestine di dema herî nêz de hevdîtinê bikin. Bûldan diyar kir ku ji ber zêdebûna fikaran, divê ev hewldana wan neyê astengkirin.
Bûldan da zanîn ku şidandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşîgirtina li daxwaza hevdîtina bi du navên ji sekreteryayê, spekulasyonên li ser Îmraliyê dewam dikin û anî ziman ku gotina 'Ji ber bi Ocalan re li hev nekiriye, hatine sirgûnkirin' ku bi devê alîgirekî dewletê hatiye bilêvkirin, bêbingeh e û necidî ye. Bûldan got, "Di vê mijarê de agahiya herî rast, em dikarin ji Birêz Ocalan werbigirin. Li derveyî vê yekê, negirîng e kî çi binivîsîne. Yên ku li ser vê mijarê dinivîsînin, ne mirov û çavkaniyên mirov jê bawer bikin e."