'Bi ruhê berxwedanê yê 90'î re Kurdistan wê bi ser bikeve'
Gerîlayên YJA Starê Denîz Ûmût, Roza Serhat û Silav Botan destnîşan kirin, ku di berxwedana xweseriya demokratîk a li Kurdistanê de wê gelê Kurd bi ser bikeve.
Gerîlayên YJA Starê Denîz Ûmût, Roza Serhat û Silav Botan destnîşan kirin, ku di berxwedana xweseriya demokratîk a li Kurdistanê de wê gelê Kurd bi ser bikeve.
Gerîlayên YJA Starê dan xuyakirin, ku xweseriya demokratîk wê di şexsê Kurdan de biafire. Gerîlayên YJA Starê Denîz Ûmût, Roza Serhat û Silav Botan destnîşan kirin, ku di berxwedana xweseriya demokratîk a li Kurdistanê de wê gelê Kurd bi ser bikeve.
Gerîlaya YJA Starê Denîz Ûmût: Sedemeke xwe ya dîrokî ya her berxwedanekê heye. Li Kurdistanê gelek caran serî hatiye hildan. Her yekê ji wan, li gorî şert û mercên serdema xwe, hin encam derxistine holê. Di van berxwedanan de gelek windahî çêbûn, lê belê gelê me ti carî ji rêya xwe venegeriya. Dewleta TC di ti serdemê de bi ser neket, lewma wê di berxwedana xweseriya demokratîk de jî bi ser nekeve. Mîna salên 90'î, li dijî her şêwe êrîşên dijmin gelê Kurdistanê li ser piyan e. Cudahiya vê serhildanê ji yên beriya xwe ew e ku jiyana nû, sîstema jiyana nû dikeve meriyetê. Rûniştandina vê sîstemê ji bo hemû civakên cîhanê tê wateya destnîşankirina alternatîfa modeleke nû. Gelê Kurd wê bi vî rengî mora xwe deyne binê dîrokê.
Serketina li Rojava bi dest ket, di serî de li AKP'ê derbeke mezin li hemû dijberên xweseriyê xist. Ji ber ku serketina li wê derê nîşaneya serketina li Bakurê Kurdistanê ye. Bi taybetî piştî hilbijartinan bi her şêwe teknîkê êrîş li hemberî gel û gerîla hatin destpêkirin. Dibe ku ew jî hay ji xwe heye, ku nefesa xwe ya dawî dide û distîne. Mîna li Rojava, li Bakur jî teknîka ku gel karibe xwe pê biparêze nîne, lê belê daxwazeke mezin a azadiyê, vîneke mezin heye. Ev berxwedan wê bi ser bikeve."
'GEL JI KESÎ MAF NAXWAZE, JI BER KU AZADÎ YA GEL E'
Gerîlaya YJA Starê Roza Serhat: Gelê Kurd, ji ber ku naxwaze bi komkujiyan re bijî, dixwaze sîstema xweseriya demokratîk a xwe pê bi rê ve bibe ava bike. Ti bendewariyeke gelê Kurd heta roja îro ji dewletê çênebû, îro jî ti mafî jê naxwaze. Ji ber ku em hemû gelekî baş dizanin, ku azadî ya gel e. Xweseriya demokratîk a ku karibe xwe li qada ekolojîk, aborî û xweparastinê yanî ji her alî ve xwe bi xwe bi rê ve bibe, hilbijart. Bi vê sîstemê re wê exlaqeke nû, civakeke polîtîk were afirandin. Mirov wê ti carî li zextên dewletê rast neyên. Wê di nava aştî û aramiyê de jiyanek were avakirin.
Bi taybetî banga me li jinan e. Ji ber ku yên pêşengiyê ji jiyana nû re bikin jin in. Eger em qala civakeke xwezayî dike, rêveberên bingehîn ên vê civakê, jin in. Lewma divê jin pêşengiyê ji vê berxwedanê re bikin. Divê hêza xwe deynin holê û şer xurt bikin. Eger jin hêza xwe deyne holê, tiştek nîne ku bi ser nexîne.
'DIVÊ GELÊ KURD JI RASTIYA XWE NEREVE'
Gerîlaya YJA Starê Silav Botan: Gelê Kurd li dijî her şêwe zextên dijmin, pîvanên xwe yên red û qebûlkirinê destnîşan kir. Lê belê ji bo bi ser xistina vê, pêwîstî bi hevgirtinê heye. Lewma li şûna terikandina xaka xwe û koçkiirna metropolan, divê têkoşînê ji xwe re esas bigire. Yên ku îro dest ji xaka xwe berdane û çûne, xiyanet li mirovahiyê kirine. Her giha li ser xaka xwe şîn dibe. Banga me li jin û ciwanan ev e; vê berxwedana ku bingeha avakirina xweseriya demokratîk a modela mirovahiyê ye, bilind bikin. Û heta ku ev berxwedan li vê xakê bi ser nekeve, wê li ti deverên din encamê bi xwe re nîne. Bi gotina Rêberî me, 'Her giha li ser xaka xwe şîn dibe'.
Afirînerê bingehîn ê projeya jiyana nû ya xweseriya demokratîk Rêbertî ye. Lewma azadiya Rêbertî ku hêviya gelê Kurd e, divê bibe sedema berxwedanê. Roj ew roj e ku hêviya Rêbertî ya ji bo civakek azad bi cih were anîn. Ji ber vê yekê pêwîste gelê me berxweanê mezin bike.