Li Sûrê du teqînên dijwar rû dan

Li navçeya Amed Sûrê, ku li dijî tank û topên dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa ev meh û nîveke tê meşandin, danê vê sibehê du teqînên dijwar rû dan.

Di roja 41. a berxwedana Sûrê ya li dijî tank û topên dewleta Tirk de, danê sibehê du teqînên dijwar rû dan. Li derdora Mizgefta Kûrşûnlû ya ku şer lê giran e, ji ber topbaranê tê gotin ku gelek xanî xera bûne.

Li navçeya ku çekên giran ji aliyê dewletê ve lê tên bikaranîn, li derdora Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf du teqînên dijwar rû dan. Der barê mirî û birîndarên ji ber teqînê de ti agahî bi dest neketin.

Li taxa Fatîhpaşa jî, polîsên tevgera taybet ên dewleta Tirk, gule li derdorê reşandin.

XANÎ BI TOPBARANÊ TÊN XERAKIRIN

Tankên dewleta Tirk ên li Dibistana Seretayî ya Mardînkapi ya li taxa Hasirliyê bi cih bûne, topan diavêjin avahiyan û xera dikin. Her wiha ji bo pêşiya tankan veke, bi kepçeyên zirxî xanî tên xerakirin. Li ser navçeyê helîkopter jî digerin.