Timên taybet ên Tirk înfaz qebûl kirin
Timên taybet ên Tirk înfaza 12 ciwanan a bi serdegirtinek li navçeya Artemêtan a Wanê pêk hat qebûl kir.
Timên taybet ên Tirk înfaza 12 ciwanan a bi serdegirtinek li navçeya Artemêtan a Wanê pêk hat qebûl kir.
Timên taybet ên Tirk înfaza 12 ciwanan a bi serdegirtinek li navçeya Artemêtan a Wanê pêk hat qebûl kir. Tîmên taybet di hesabê xwe yê twîtterê yê tevahî “faliyetên xwe” tê de radigihînin de wiha got: “Îro me li Wanê çawa 12 Kurd qetilkirin, ji niha û şûn de her Kurdê ku me binçav kirin em li nava eniyan wan bidin. EM SOND DIXWIN.”
Timên taybet ên Tirk înfaza 12 ciwanan a ji aliyê tîmên taybet bi serdegirtina mala 2 qatî ya li hemberî Parka Kocaelî ya li Taxa Yeni a li navçeya Artemêtan a Wanê pêk hat ji hesabê twîtterê ya ku tevahî “faaliyetên xwe” didin xuyakirin de qebûl kir. Wek wêne û dîmenên Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê piştî ji aliyê polîsan hat qetilkirin bi wesayîta zirxî bi erdê re hat kişandin, ji hesabê twîtterê yê @J_I_T_E_M yê tevahî qetlîamên derveyî mirovahiyê û pêkanînên tîmên taybet ên li Kurdistanê tên parvekirin, înfaza li Wanê hat qebûlkirin.
Di hesabê behsa wê tê kirin de gotinên, “Îro me li Wanê çawa 12 Kurd qetilkirin, ji niha û şûn de her Kurdê ku me binçav kirin em li nava eniyan wan bidin. EM SOND DIXWIN” hatin parvekirin. Parvekirina behsa wê tê kirin jî piştî 20 deqeyan hat rakirin.