Polîs û leşkerên Tirk ên duh li navçeya Wan Artemêtanê 12 ciwanên Kurd ên sivîl înfaz kirin, dor li tevahiya bajêr girtine. Di serî de avahiya DBP'ê ya bajêr hemû kolan û rê ji aliyê polîsên Tirk ve hatine girtin. DBP'ê xwest daxuyaniyekê bide çapemeniyê, lê polîsên Tirk destûr nedan.
Parlamenterên HDP'ê, rêveberên DBP'ê û gel xwest biçe cihê daxuyanî lê were dayîn, lê belê li ber avahiya DBP'ê ya Bajêr rastî êrîşa polîsan hatin.
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer jî di nav de, girseya gel rastî heqareta hêzên çekdar ên Tirk hat.
Vê gavê jî avahiya DBP'ê ya Bajêr ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Polîsên Tirk ala Tirk li hemû wesayîtên xwe ve kirine û bi vî rengî li navenda bajêr digerin.
Rewşa aloz a li bajêr didome.