Xwendekarên Zanîngehê tevlî nava refên YPS-Jin bûn
Komek ji jinên ciwan ên li zanîngehê dixwînin, ku ji bo şermezarkirina terora dewletê û destekkirina berxwedana gel çend roj berê xwe gihandin Cizîrê, tevlî nava refên YPS-Jin bûn.

Xwendekarên jin biryara xwe ya tevlîbûnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re ragihandin. Xwendekaran dan xuyakirin, ku nedibû ew li pêşberî terora dewletê ya li Cizîrê bêdeng biman û destnîşan kirin, ku ji bo li dijî konsepta tinekirinê ya li hemberî gelê Kurd tê meşandin têbikoşin, ew tevlî refên YPS-Jin bûne.
Xwendekarên jin bang li hemû jin û ciwanan kirin ku li her cihê lê ne, tevlî berxwedanê bibin.
Yekîneyên Parastina Sivîl-YPJ li gelek herêmên Amed û Botanê hatibû ragihandin. Çend roj berê jî Yekîneyên Parastina Sivîl ên Jinê (YPS-Jin) jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatibû îlankirin.