Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li Rûsyayê hatin bîranîn
Li Moskowa û Soçî, jinên şoreşger ên li Parîs û Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Di bîranînan de banga mezinkirina berxwedanê li gelê Kurd hat kirin.
ANF
MOSKOWA
duşem, 11 rêbendanê 2016, 10:50
Kurdistaniyên li Federasyona Rûsyayê dijîn, sê jinên şoreger ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û sê jinên şoreşger ên di 4'ê Çileyê de li Silopiyayê hatin qetilkirin, bibîr anîn.
Merasîma li paytext Moskowayê ji aliyê Organîzasyona Jinên Kurd-Viyan ve li avahiya Navenda Çanda Kurd hat lidarxistin û gelek Kurdistanî beşdar bûn.
Endama Rêveberiya Rêxistina Jinên Kurd li Rûsyayê Fatma Arîn di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst û AKP bi zanebûn Têkoşîna Azadiya Jinê hedef digire û destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe jinên Kurd wê bi vîna xwe ya azad têbikoşin û zîhniyeta paşverû ya AKP-Erdogan bişikînin.
DIVÊ KURD LI HER CIHÊ LÊ NE DENGÊ XWE BIDIN BIHÎSTIN'
Li bajarê Soçî jî Kurdistanî li salona konferansê ya otela Jemşuşîna li hev civiyan û jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn.
Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Soçî Osman Yildiz li vir peyivî û anî ziman ku AKP bi siyaseta xwe ya şerê qirêj re careke din nîşanî tevahiya cîhanê adye ku ew vîna Kurdan nas nake.
Yildiz bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk li gelê Kurd dike û da zanîn, ku bi vê bêdengiyê re hêzên navneteweyî van komkujiyan erê dikin.
Yildiz bang li tevahiya Kurdan kir ku li her devera lê dijîn dengê xwe bidin bihîstin.