Yên xwestin ji Edeneyê beşdarî meşa Botanê bibin hatin astengkirin

HDP'yiyên ji bo tevlî meşa Botanê bibin xwestin ji Edeneyê biçin Sêrtê, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsên Tirk nehiştin girseya gel ji bajêr derkeve.

Bi qasî 30 HDP'yî, ji bo beşdarî meşa KJA'yê ya Botanê bibin, duh bi şev li ber avahiya HDP'ê ya Edeneyê li hev civiyan û bi otobusekê berê xwe dan Sêrtê.

Lê belê otobus li Xaçerêya Încîrlîk a navçeya Sariçamê hat sekinandin. Polîsan kontrola GBT kirin û li ser welatiyan û nava wesayîtê geriyan.

Tevî lêberîna bi saetan dewam kir jî polîsan tiştek nedîtin, lê îdîa kir ku lampeya stop a otobusê xerabe ye û nehişt wesayît bi rê bikeve.

HDP'yî bi heman wesayîtê vegerandin ber avahiya HDP'ê ya Edeneyê. HDP'yiyan nerazîbûn nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku mafê wan ê rêwîtiyê bi awayekî kêfî hatiye astengkirin.