Şerîk: Êdî bûye û çûye

Şerîk diyar kir ku yên li Silopiyayê 3 şoreşgerên jin qetil kirin û yên li Parîsê di 9'ê Çileyê de komkujî pêk anîn, heman hêz in.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku yên li Silopiyayê 3 şoreşgerên jin qetil kirin û yên li Parîsê di 9'ê Çileyê de komkujî pêk anîn, heman hêz in û got, "qetilkirina 3 şoreşgerên jin li Silopiyayê, bicihanîna gotina 'di destpêkê de jinan bikujin' e."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bersiv da pirsên ANF'ê û got, "Pêvajoyeke diyalogê hebû, ku di Newroza 2013'an de destpê kir. Piştî ku pêşî li wê pêvajoyê hat birîn, di destpêkê de êrîşî Rêber Apo kirin. Hedefa wan a destpêkê Rêber Apo bû. Tevî vê yekê beşek ji hevalên di nava mercên girtîgehê de pê re dihatin ragirtin, ji girtîgehên cuda re hatin şandin. Ev yek nêzîkatiya bi tenê hiştina Rêber Apo ye. Li aliyê din dest bi bicihanîna polîtîkayên xwe yên şerê kirêt kirin."

RASTHATÎ NÎNE

Şerîk di destpêka axaftina xwe de Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û Îslam Atak ên li Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anî û got, "Divê, qetilkirina sê jinên siyasetmedar û Îslam Atak li Silopipyayê, weke bûyereke rasthatî neyê dîtin. Ji ber ku ev mirov ne di şer de bûn û di destê wan de çek tinebû. Hemû bêçek bûn û bi vî rengî ew şehîd xistin. Ya li Silopiyayê tê jiyîn, berxwedana gel e."

Şerîk pirtûka "Di destpêkê de jinan bikujin" a li ser operasyonên yekîneyên taybet ên li dijî hêzên şoreşger çep-demokratîk bibîr xist û got, "Di wê pirtûkê de, di operasyona li hemberî komekê de destpêkê jin hedef tên girtin. Kuştina jinê weke serketina operasyonê tê nirxandin. Li Fransayê qetilkirina hevalên Sakîne, Fîdan û Leyla, li Silopiyayê qetilkirina hevalên Sêvê, Pakîze û Fatma ji bo şikandina berxwedana li wir, ji bo qedandina berxwedana mezin dibe, hat kirin. Lewma li Silopiyaye qetilkirina sê jinên şoreşger, şêweyê bicihanîna gotina 'di destpêkê de jinan bikujin' e. Ji aliyê cih û dem ve hedefên bi zanebûn hatine hilbijartin e."

BERXWEDANA ÎRO DI HEMAN DEMÊ DE BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ YE

Şerîk bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku di şexsê Ocalan de gelê Kurdistanê li ber xwe dide.

Şerîk got, "Berxwedana îro ya gelê Kurdistanê di heman demê de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî ye. Tecrîdeke şidandî dewam dike. Gelê Kurdistanê ji tenduristiya Rêberê xwe bi fikar e. Ji ber ku bi mehan e agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Hevdîtina bi heyetê û malbatê re hatiye astengkirin. Tevî vê yekê beşek ji hevalên pê re li girtîgehê dihatin ragirtin, şandin girtîgeke din. Ev yek nêzîkatiya bi tenê hiştina Rêber Apo ye. Li aliyê din dest bi bicihanîna polîtîkayên xwe yên şerê kirêt kirin."

ÎMPARATORIYA BÎZANS DI NAVA 53 ROJAN DE TÊK ÇÛ, LÊ SÛR HÎNÊ LI BER XWE DIDE

Şerîk da zanîn ku berxwedana li Kurdistanê roj bi roj mezintir dibe û bibîr xist, ku berxwedana Sûrê gihaştiye salên 40'î. Şerîk destnîşan kir ku berxwedaneke bi heybet tê meşandin û ev nirxandin kir:
"Stenbol bi xwe jî dema hat fetihkirin 53 rojan di nava dorpêçiyê de mabû. Ne du mehan jî. Stenbol, Împaratoriya Bîzanz têk çû. Sûr ev çil roj in li ber xe dide. Di nava Sûr a çil roj in li ber xwe dide komun hene. Beriya demekê Dayikên Aştiyê çûn Sûrê. Pêşkêşvan ji Dayikên Aştiyê pirsa 'Hûn çawa li wir jiyan?' pirsî, dayik jî dibêje 'Em baş jiyan'. Dema pirsa 'hûn çawa baş jiyan' hat pirsîn, dayikê got, 'Bi komunê em jiyan'. Ji bo jiyana bi komunê jî dayikê got, 'Zeytûnên me kêm bû, me bi qasî ku têra me hemûyan bikin li hev belav kirin, nanê me kêm bû, bi qasî têra me hemûyan bike me belav kirin, betaniyeyên me kêm bûn, me li hev parve kirin'. Vaye komun ev e. Pêwîstî bi teoriyeke zêde ya vê yekê nîne. Ev yek jî di nava berxwedana xwerêveberiyê de pêk tê. Ya ku divê em jî di nava vê pêvajoyê de bikin, ev e.

ÊDÎ BÛYE Û ÇÛYE

Çar pênc me derbas bûn. Li hemberî tank, top, helîkopter û balafiran ev pênc mehin berxwedan tê dayîn. Ev yek bi rastî jî serketineke mezin e. Ev tê wê wateyê ku berxwedan êdî reh ber dide. Ya ku dewleta Tirk ditirsîne jî ev e. Dema gerîla dest bi têkoşînê kir jî gotin; Em ê di nava bîstûçar saetan de biqedînin, lê ji wan nehat. Gotin, di nava rojekê, hefteyekê panzdeh rojan, mehekê de em ê biqdînin, lê ji wan nehat. Gotin em ê vê zivistanê, vê havînê biqedînin, lê 30 sal derbas bûn ji wan nehat. Niha jî heman tiştî dibêjin. Êdî bûye û çûye."

DIVÊ EV TÊKOŞÎN LI DERVEYÎ SÎNORÊN KURDISTANÊ JÎ BÊ MEŞANDIN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk da xuyakirin, ku eger tê xwestin têkoşîna berxwedanê di nava demeke kurt de bigihêje armanca xwe, divê qada berxwedanê were berfirehkirin û destnîşan kir, ku divê berxwedan bi tenê di nava sînorên Kurdistanê de nemîne.

Şerîk ev xal destnîşan kir: "Eger qada berxwedanê berfireh nebe, bi tenê di nava sînorên Kurdistanê de bimîne, ev têkoşîn wê dîsa bidome û bi ser bikeve. Ne piştî sê salan, wê piştî pênc salan bi sewr bikeve. Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest didin, wê biguhere. Bajar wê bêhtir zerarê bibînin. Ji ber ku dijmin êrîş dike. Eger di demeke kurt de bigihêje armanca xwe, wê feydeya xwe ya mezin çêbibe. Ev ne tiştên biçûk in, tiştên girîng in. Bêguman em naxwazin hîn bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin, hîn bêhtir xanî hilweşin û mirov bi salan êşê bikişînin. Gelo kî dikare vê bixwaze? Em dixwazin di dema herî kurt de bi windahiyên herî kêm bigihêjin serketinê. Ya ku heta roja îro tevgera azadiyê xwest bikev, ev e. Yanî windahî û zerareke mezin rû nede. Ji bo zerareke mezintir rû nede, me her tim hewl dan pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bikin. Hînê jî em hewl didin bi rêyên aştiyane çareser bikin. Armanca me ev e. Lê belê rastiyeke dijmin heye, êrîş dike. Bi êrîşkirinê re zerar û windahî rû didin. Divê pêşî li vê were girtin. Yekane rêya astengkirina vê jî ew e, ku têkoşîn li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî bê dayîn.

Eger têkoşîn li derveyî sînorên Kurdistanê jî were dayîn, eger gelên Tirkiyeyê jî cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigirin an jî vê têkoşînê weke têkoşîna xwe bibînin, ji ber xwe ve wê têkoşîn li qadeke berfireh belav bibe. Pêwîste ev yek bi cih were anîn."