Gelê Kurd cenazeyên 2 ciwanên xwe piştî berxwedana hefteyekê rakir

Cenazeyên ciwanên berî hefteyekê li Şirnexê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û ji ber êrîşan nikarîbûn bihata rakirin, di encama berxwedana hefteyekê de ji aliyê parlamenterên HDP'ê û gel ve hatin rakirin.

Cenazeyên her du ciwanên di şeva 4'ê Çileyê de li taxa Dîcle hatin qetilkirin, ji aliyê girseya gel a ku parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Muslum Dogan, Mahmût Togrûl û Mehmet Emîn Adiyaman jî di nav de bû, hat rakirin. Gel cenazeyên xwe bir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Gelê Kurd ji bo rakirina cenazeyan ev hefteyeke nobed digirt. Ji ber barîna zêde ya berfê, cenaze di binê berfê de mabûn.

Malbatên mirovên ji aliyê hêzên dewletê ve li Silopiya û Cizîrê hatin qetilkirin dabûn xuyakirin ku heta cenazeyên her du ciwanan neyên rakirin ew ê jî cenazeyên xwe ji nexweşxaneyê dernexînin.

...