'Ev berxwedan wê ji bo gelan bibe bihar; em xwedî lê derkevin'

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir, ku Kurd li dijî koledariyê ji bo rûmet û mirovahiyê li ber xwe didin û got, "Divê gelê me bi lezgînî biherike Cizîrê. Ji bo şikandina vê zilmê divê her kes tevlî berxwedana gelê Kurd bibe."

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir, ku Kurd li dijî koledariyê ji bo rûmet û mirovahiyê li ber xwe didin û got, "Divê gelê me bi lezgînî biherike Cizîrê. Ji bo şikandina vê zilmê divê her kes tevlî berxwedana gelê Kurd bibe."

Koordînasyona Komalên Ciwan, li ser êrîşên AKP'ê yên li hemberî Bakurê Kurdistanê û berxwedana gel a li dijî van êrîşan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk xwe li hebûna gelê Kurd jî ranagire û şer bi rêbazên herî gemarî dimeşîne. Hat gotin, "TC hemû pîvanên şer binpê dike û bi hêrseke mezin êrîşî gelê me dike. Hikûmeta AKP'ê ya ku malên Kurdan veguherandiye odeyên mirinê yên Hîtler, komkujiyeke nû ya 38'an pêk tîne."

'BERXWEDANA LI DIJÎ KOLEDARIYÊ'

Koordînasyona Komalên Ciwan dest nîşan kir ku gelê Botanê yê li hemberî her şêwe êrîşên giran ji berxwedana xwe ya bi rûmet venagere, bi lehengiya xwe re destanê dinivîsîne û ev yek destnîşan kir:

" Bi taybetî ciwanên Botanê yên dilsozên bi azadiyê re ne, bi berxwedana xwe re bûne hêvî û mînak ji gelên cîhanê re. Ev ciwanên leheng ên bi berxwedana xwe re makîneyên zalim û zilmê ji hev dixin, ne tenê gelê Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Geverê, her kesên têkoîna jiyaneke bi rûmet dimeşînin, diparêzin. Bi vê berxwedanê re Kurdîtiya azad tê parastin. Divê her Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Laz û Çerkez xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ev berxwedan berxwedana gelên dixwazin bi hev re bijîn e. Ev berxwedan berxwedana Kurdê li dijî koledariyê disekîne û dixwaze mîna xwe bijî. Berxwedana Botanê êdî ne berxwedana herêmekê yan jî bajarekî ye. Ev berxwedan wê bi encamên xwe re bandorê li tevahiya Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn bike. Li dijî sîstema netewe dewlet a yekparêz û neteweperest, girîngtirîn berxwedana neteweya demokratîk di sedsala 21'an de li vê herêmê pêk tê û ev berxwedan wê bihareke nû ji gelan re bîne."

'DIVÊ GELÊ KURD BIHERIKE CIZÎRÊ'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku sîstema faşîst a haya xwe ji encamên pêngava azadî û xwerêveberiyê heye, bi taybetî bi awayekî bêperwa êrîşî Cizîr û Silopiyayê dike û hat gotin, "Gel bi temamî hedef hatiye girtin. Berxwedana Cizîrê ku di roja 29. de ye, çeteyên faşîst ên mêtînger sekinandiye û nehiştiye ku gaveke bi tenê jî bi pêş de biavêje. Gelê me, ku li hemberî tank û topan ji rêya xwe venegeriya ye, di roja 29. de bi komkujiyeke mezin re rû bi rû hatiye. Çeteyên ku beriya niha bi kuştina yek bi yek a mirovan re xwestin gel ji herêmê derxînin, ji ber ku encam negirtin vê carê hewl didin komkujiyan bikin. Pêwîste bi ti awayî gelê Cizîrê bi tenê neyê hiştin û polîtîkaya komkujiyê were pûçkirin. Cizîr wê nebe Dêrsima sedsala 21'an. Ji ber ku rewşa Kurdan ne mîna ya berê ye û xwedî wê hêzê ne ku karibin xwedî li destketiyên xwe derkevin. Çeteyên faşîst ev yek di berxwedana Kobanê de bi awayekî zelal dîtin. Çawa ku gelê Bakurê Kurdistanê ji bo Kobanê serî hilda û mêtîngerî tevizand, pêwîste ji bo Cizîrê jî heman helwestê nîşan bide. Girîng e Sêrt, Nisêbîn, Hezex, Şirnex û hemû gundên derdorê li dora Cizîrê bicivin û dorpêçiyê bişikînin. Divê em gav bi gav, gund bi gund bi pêş de biçin û dorpêçiyê bişikînin. Cizîr rûmeta Kurdan e. Pêwîste gelê Kurd bi temamî xwedî li vê rûmetê derkeve û biherike taxên berxwedanê.

Bêdengî tê wateya şirîkatiya ji komukjiyan re. Pêkneanîna çalakiyan tê wateya qebûlkirina komkujiyan. Gelê Kurd ê berxwedêr wê ne bibe şirîkê vê komkujiyê, ne jî komkujiyê qebûl bike. Bi bîr û baweriya ku sibe dibe ku dereng be, divê gelê me bi lezgînî biherike Cizîrê."

'CIHGIRTINA LI CEM KURDAN, WEZÎFEYA ŞEREF, NAMÛS Û MIROVAHIYÊ YE'

Koordînasyona Komalên Ciwan bi van gotinan bi dawî bû:

"Pirsîna hesabê ciwanên welatparêz ên li Wanê hatin qetilkirin û berxwedana li hemberî van komkujiyan, êdî ji bo her Kurd û mirovekî bi namûs û şeref, wezîfeyeke mecbûrî ye. Bi vê komkujiyê re dixwazin komkujiya li Geliyê Zîlan û qetilkirina 33 Kurdan li Qelqeliyê, bidomînin. Ji wê rojê heta îro, yekane tişta di vê polîtîkaya komkujiyê ya dewletê de hatiye guhertin, cudahiya çeteyên payebilind e. Polîtîka heman polîtîka ye, şexs cuda ye, lê gelê ku rastî komkujiyê tê heman gel e. Pêwîste tevahiya gelê me yê li Serhedê xwedî li ciwanên xwe derkeve, hem hesabê komkujiyên dema bihurî bipirse, hem jî xwedî li siberoja xwe derkeve."