Meşvanên Botanê bi rê ketin

Jinên bi pêşengiya KJA'yê ji bo tevlî meşa Botanê bibin li Amedê li hev civiyan, bi rê ketin.

Ji bo meşa Botanê ya bi şiyara "Mirovahî dimire, cenaze nayên veşartin, dawî li dorpêçiya mirinê bînin" ya bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) tê lidarxistin û wê ji Sêrtê heta Şirnexê bidome, danê vê sibehê komek ji jinan li ber avahiya DBP'ê ya Amedê li hev civiya.

Di nava jinên li ber avahiya partiyê li hev civiyan de, ji bajarên Bodrûm, Mersîn, Edene, Stenbol û Enqereyê endamên BÎKG, platforma em ê kuştina jinan biqedînin, jinên aktîvîstên KOM'ê û Koordînasyona KJA'yê, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, endama Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, parlamenterên HDP'ê û hevşaredaran cih girtin.

Piştî amadekariyên dawî jin li wesayîtan siwar bûn û berê xwe dan Sêrtê cihê destpêkirina meşê.