Înan ê nahêlin ew beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe: Ya tê kirin hovîtî ye

Kurê Taybet Înan Mehmet Înan ê ku destûr jê re nayê dayîn beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe, da xuyakirin ku muameleya li cenazeyan tê kirin hovîtî û barbarî ye.

Kurê Taybet Înan Mehmet Înan ê ku destûr jê re nayê dayîn beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe, da xuyakirin ku muameleya li cenazeyan tê kirin hovîtî û barbarî ye.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, di encama êrîşên tevkujiyê yên dewletê de Taybet Înan û tiyê wê Yûsûf Înan hatibûn qetilkirin û cenazeyê wan hefteyekê li naverastê hatibûn hiştin. Cenazeyên ji bo otopsiyê biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê duh ji hêla hêzên dewletê ve hatibû revandin. Hate zanîn ku cenaze duh li Goristana Taxa Yenîşehîrê bi awayekî dizî hatiye veşartin.

Kurê Taybet Înan, Mehmet Înan nerazîbûneke tund nîşanî pêkanînên li hemberî cenazeyan da û got: "Em bi pêkanînek din a Newala Qesaban re rû bi rû ne. Ev hovîtî ye. Hem kurdan qetil dikin û hem jî ji bo cenazeyên me bêîtîbar bikin çi ji destê wan tê dikin."

Înan anî ziman ku destûr nehatiye dayîn ji bo ew tevlî merasîmê cenazeyê dayika xwe bibe û wiha pêde çû: "Meleyek girtine cem xwe û bi 8 kesan re defin kirin. Min xwest ez jî biçim lê destûr nedan. Li cîhanê hovîtiyek wiha nehatiye dîtin. Cîhan li hemberî vê hovîtî û barbariyê bêdeng e. Em vê hovîtiya li hemberî cenazeyên me qebûl nakin."