KURDISTAN
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
"Entegrasyona demokratîk ji bo Êzîdiyan meşeke dirêj û bi israr e ku dewletê biçûk dike û civakê mezin dike; bîra qirkirinê vediguherîne avakariya siyasî. Meclîs divê hêzên parastina cewherî bi perspektîfa neteweya demokratîk koordîne bike."
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê, bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam dike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê bi panela yekemîn dewam dike. Di konferansê de hate ragihandin ku divê dîrok baş bê xwendin û hate gotin, "Divê ferman ne tenê weke karesat, lê weke dersên ji bo paşerojê bê dîtin."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Li Nisêbînê YPS Jin hat îlankirin
Jinên Nisêbînê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî îradeya xwerêveberiya gel xistiye meriyetê bi navê “Yekîneye Şehîd Ayten Bagok” ve damezirandina Yekîneyên Parastina Sivîl a Jin (YPS Jin) îlan kir.
-
-
Botanê 12 canên ku ‘serî netewand’ spart axê
12 kesên ku di êrîşên hêzên dewleta Tirk a li ser Cizîr, Silopiya û navenda Şirnexê yên ku berxwedanên xwerêveberiyan didomin de hatin qetilkirin bi tevlîbûna deh hezaran cenaze ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin.
-
Dîlê PKK'yî koguş da ber şewatê
Dîlê PKK'yî Mehmet Çoku ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê dimîne, ji ber helwesta dewletê ya li Kurdistanê û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike, koguşa ku lê dimîne da ber agir.
-
-
-
-
-
Li Cizîrê şer didome
Şerê duh bi bersivdayina YPS’ê ya li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk ên duh li ser taxên Cûdî û Nûrê yên Cizîrê derket, dewam dike.
-
Li navenda Geverê pevçûn
Li Geverê piştî qetilkirina welatiyê bi navê Hasan Han, polîsên Tirk di nav kolanan de gulebaran kir û di encama bersivdayîna hêzên YPS'ê li navenda navçeyê pevçûn derket.
-
-
-
-
Di navbera gerîla û çeteyan de şer derket
HPG'ê diyar kir, ku li nêzî gundê Newafir ê ser bi Kerkûkê, komek ji çeteyên DAIŞ'ê hewl dan xwe berdin nava herêma hêzên gerîla lê ne û li ser bersiva gerîla, şer derket.
-
-
-
-
Cenazeyên li Sûrê wê werin rakirin
Ji bo rakirina cenazeyên mirovên li Sûrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, wê saet di navbera 14:30 û 17:00 de heyetek bikeve nava navçeyê.
-
-
-
Tenê hiştin dayika Sêvê Demîr derbas bibe
Malbata Sêvê Demîr hewl da tevlî merasîma cenaze ya li Şirnexê ya ji bo 12 welatiyên ji aliyê hêzên dewleta Tirk li Cizîr, Silopiya û navenda Şirnexê hatin qetilkirin bibe. Tenê destûra ketina Şirnexê ji dayik Sakîne Demîr re hat dayîn.
-