Di navbera gerîla û çeteyan de şer derket

HPG'ê diyar kir, ku li nêzî gundê Newafir ê ser bi Kerkûkê, komek ji çeteyên DAIŞ'ê hewl dan xwe berdin nava herêma hêzên gerîla lê ne û li ser bersiva gerîla, şer derket.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku roja 11'ê Çileyê saet di 21:20 de, li nêzî gundê Newafir ê ser bi Kerkûkê, komek ji çeteyên DAIŞ'ê hewl dan xwe berdin nava herêmeke hêzên gerîla lê ne.

HPG'ê ragihand, ku hêzên gerîla zû bi vê hewldana êrîşî ye çeteyan hesiyan û di cih de bersiv dan. Li gorî daxuyaniyê di encama şerê li vê derê de çete neçar man xwe vekişînin.