Dîlê PKK'yî koguş da ber şewatê

Dîlê PKK'yî Mehmet Çoku ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê dimîne, ji ber helwesta dewletê ya li Kurdistanê û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike, koguşa ku lê dimîne da ber agir.

Gerîlayê PKK'ê Mehmet Çoku ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrnê dimîne, ji ber şermezarkirina terora dewletê ya li Kurdistanê dide meşandin û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên meşandin koguşa kul ê dimîne duh serê sibê da ber agir. Agirê li koguşê derket di nav demeke kurt de hat kontrolkirin û Çoku ji bo kontrola tenduristiyê derman kirin.

'REWŞA ÇOKU BAŞ E'

Endamê Komaleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Abdurrahman Ozturk ê çû serdana Çoku da zanîn ku rewşa Çoku baş e û wiha got: "Niha di koguşeke yek kesî de dimîne. Lê Çoku rastî cizaya hucreyê nehat. Tenê ji bo ewlehiyê niha di ciheke yek kesî de dimîne."