Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ‘Nobeda Ji Ocalan Re Azadî’ li pêşiya Konseya Ewropa didome. AvEG-Kon nobed 3’ê Çileyê dewir girtibû, duh bi daxuyaniyek çapemeniyê re dewrî ciwanên Kurd kir.
Ciwanên Kurdistanî yên li Ewropa wê domahiya hefteyekê bi çalakî û aktîvîteyên cur bi cur tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerê li Kurdistanê didome ji raya giştî re vebêje.
LI DIJÎ TECRÎDÊ NERAZÎBÛNÊN TUND
Ciwanên Azad têkîldarî mijarê daxuyanî da, wiha got: “Rêbertiya me bi komployekê ve 15’ê Sibatê 1999’an dîl hat girtin û dan Tirkiyeyê. Ji 1999’an ve li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî tê girtin. Ev tecrîda girankirî jî her roj hê girantir dibe. Rêbertiya me ji 27’ê Tirmehê 2011’an bi parêzeran re, ji 5’ê Nisana 2015’an bi heyetên siyasî re nahêlin hevdîtina pêk bîne. Herî dawî ji du girtiyên li Girava Îmraliyê dihatin girtin, bêyî malbat û parêzer bên agahdarkirin sirgûnî girtîgehek din kirin.”
Ciwanan gotin, “Em ji rewşa tenduristiya Rêbertiya xwe bi fikar in” û ev hişyarî kirin: “Divê hikûmeta TC baş bizanibe, nêzîkatiya li hember Rêbertiya me, sedema me ya şer û aştiyê ye.”
Endamên Ciwanên Azad banga mezinkirina berxwedanê li Kurdistan û tevahî Kurdên dîasporayê kir, xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.
‘EM BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN’
Di berdewama daxuyaniyê de qetlîamên sivîlên li Bakurê Kurdistanê hatin neletkirin, berxwedan hat silavkirin. Ciwanan wiha gotin: “Rêya yekane ya sekinandina van qetlîamana tenê ji rêxistinkirina berxwedanê derbas dibe. Ji bo vê jî hem li Kurdistanê hem jî li Ewropayê divê ciwan û jin bi mezinkirina ruhê berxwedanê ve çalakiyan pêk bînin.”