Li navenda Geverê pevçûn
Li Geverê piştî qetilkirina welatiyê bi navê Hasan Han, polîsên Tirk di nav kolanan de gulebaran kir û di encama bersivdayîna hêzên YPS'ê li navenda navçeyê pevçûn derket.
Li Geverê piştî qetilkirina welatiyê bi navê Hasan Han, polîsên Tirk di nav kolanan de gulebaran kir û di encama bersivdayîna hêzên YPS'ê li navenda navçeyê pevçûn derket.
Li navçeya Gever a Colemêrgê, piştî ku wesayîta polîsên Tirk a TOMA li welatiyê bi navê Hasan Han qelibî û ew qetil kir, êrîşên polîsan a li hemberî gel jî berdewam dike. Polîsên ku li serê kolanan Eczaxaneyan bicih bûn, di nav kolanan de bê serûber gulebaran kirin. Piştî ku hêzên parastina cewherî jî bersiv êrîşan da, li navenda navçeyê pevçûn derket. Di heman demê de Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî li Xaçerêya Girtîgeha Kevn barîkatan danî û dest bi berxwedanê kir. Gelek wesayîtên zirxî jî sewqî navenda navçeyê hate kirin.