Li Qoser û Nisêbînê qetlîam hat protestokirin

Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê di pêşengiya KJA de teror û qetlîama dewleta Tirk hat protestokirin.

Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê di pêşengiya KJA de teror û qetlîama dewleta Tirk hat protestokirin.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbînê, êrîşên dewletê yên li ser cihên rêveberiyên cewherî hatine îlankirin pêk tên û 12 ciwanên ku li Wanê hatin înfazkirin hat şermezarkirin. 

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê rêxistinên HDP, DBP û aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) bi armanca şermezarkirina êrîşên li bajarên Kurdistanê û înfazkirina 12 ciwanên li Wanê daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li ber avahiya rêxistina DBP'ê hat dayîn de ligel gelek welatiyan, endamê Meclsîsa Partiyê yê HDP'ê Nazim Kok, rêveberên HDP û DBP, Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê û aktivîstên KJA'yê amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarteke ku li ser, "Em bi komkujiyan naqedin û em ê bi berxwedanê azad bibin" dinivîsî hat vekirin. 

Li vir rêveberê HDP'ê Mehmet Aksungur axivî û înfazkirina 12 ciwanên ku li Wanê bi bîr xist. Aksungur destnîşan kir ku ev pêkanînên qetlîamê pirsgirêkan çareser nakin û zêdetir kurtir dikin. Aksungur diyar kir ku li hemberî gelê kurd bi awayekî aşkera dijminatiyek xedar hatiye destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê wek her demê li hember van qetlîaman bêdeng nemînin û bi tundî şermezar bikin." 

QOSER

Li navçeya Qoserê jî qetlîam hatin protestokirin. Di pêşengiya KJA de girse li pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Qoserê li hev civiya, pankarta, “Şehîdên me li erdê ne, werin em dorpêça mirinê ji holê rakin” vekirin û ber bi Qada Ozgurluk ve ketin rê. Di meşê de wêneyên siyasetmedarên jinên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir hatin rakirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Qoserê Nadya Kaya hat kirin. Kaya bang li tevahî beşên bi wijdan kir ku divê êdî li hember bûyeran dengê xwe bilind bikin.