DMME di doza girtina DTP’ê de Tirkiye mehkûm kir

DMME di doza têkîldarî girtina DTP’ê de Tirkiye mehkûm kir.

DMME di doza têkîldarî girtina DTP’ê de Tirkiye mehkûm kir.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) biryar da ku hikûmeta Tirk bi girtina DTP’ê ve 3. Xala 1. Protokola ku hilbijartinên azad garantî dike û 11 xalên Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropa ya ku mafên rêxistinbûyina azad garantî dike binpê kiriye, ev bi yekîtiya dengan ve het qebûlkirin.

DMME di doza di şexsê Hevserokên DTP’ê ya hat girtin Ahmet Turk û Aysel Tugluk de hikûm kir ku dewleta Tirk 74 hezar 500 Eûro tazmînata madî û manewî bide.

DMME di biryara xwe de bal kişand ku têkîldarî girtina DTP’ê ji hin parlamenter û hevserokan re dewleta Tirk qedexeya siyasî xistiye meriyetê.

DMME sedema biryara Dadgeha Makezagonê ya girtina DTP’ê rexne kir, wiha got: “Ev biryarana nikarin bibin sedema girtina partiyan.”